Serokwezîr Stefan Löfven. Foto: Janerik Henriksson/TT û Johan Nilsson/TT.
Serokwezîr Stefan Löfven. Foto: Janerik Henriksson/TT û Johan Nilsson/TT.
Lezgîn

Rexneyên giran hişt hikûmet biryara xwe biguhere

Ygeman derbarê biryara nû
0:56 min

Piştî rexneyên giran ji aliyê encûmena qanûnê û partiya Moderatan û herweha Liberalerna ve, hikûmet dest ji pêşniyaza derbarê girtina pira Öresundê di rewşên krîsê de ber dide.

Wezîrê pirsên hindirîn Anders Ygeman.

-Giring em rexneyên ku hatine kirin analîze bikin û eger em rexneyan di cî de bibînin wê demê bêguman em lê dinerin û pirsan çareser dikin. Em dê îro bi partiyên din re jî rûnên û li nerînên wan guhdarî bikin.

Lê Ygeman derbarê nêta hikûmetê di pirsa girtina pira Öresundê di pêştir de nexwest nuha tiştekî eşkere bike.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".