Wêne: TT
Wêrne: TT.

Firotina zarokan nehatiye dadgeh kirin

Piranî penaberên zarok ên bi tenê ne.
1:43 min

Raporeke neteweyî ku îro ji bo hikûmetê tê pêşkêş kirin nîşan dide ku ji sala 2012an ve li Swêdê 210 bûyerên firotina zarokan hatine qeyd kirin. Lê yeka tenê jî nehatiye dadgeh kirin.

Di nêzîkî nîvê van bûyeran de îstimara cinsî tê dîtin û gelek ji qurbaniyan penaberên zarok ên bitenê ne. Piraniya zarokan di navbera 15 û 17 salan de ne, lê di nav wan de yên 2-salî jî hene.

Rapor ji aliyê rêveberiya Stockholmê ve hatiye amade kirin û agahî ji polîs, dozger, xizmeta civakî ya şaredariyan, malên ciwan û zarokan û Daîreya Koçê hatiye berhev kirin.

102 gilî li cem polîs hatine qeyd kirin, lê tu doz ji ber firotina zarokan nehatine vekirin. Tenê dozek hatiye vekirin ew jî ji ber qaçaxiya mirovan e.

TV4 bi Märta Johansson re axiviye ku li Zanîngeha Örebroyê doçenta zanista hiqûqê ye û di amadekirina vê raporê de xebitiye.

 Märta Johansson dibêje di her bûyerê de daketinek tê dîtin û şop li cem dozger winda dibe. Ji yekê pê ve ku ji ber qaçaxiya mirovan hatiye verkirin, ji 39 pêşlêkolînên ku hatine kirin ti doz nehatine vekirin. Märta Johansson dibêje ev tiştekî gelekî cidî ye.

Ev agahî ji aliyê kanala TV4 ra ve tê ragihandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".