Kurdiska demonstranter i riksdagshuset tas ut av polis. Foto: TT
Piştî saetek çalakiya rûniştinê polîs çalakvan ji avahiya parlemanê derxistin. Foto: TT

Çalakvanên kurd ketine parlemana Swêd de

Di parlemanê de Hitler û Erdogan dane ber hev
1:32 min

Îro piştî danê nîvro komek çalakvanên kurd ji bo ku balê bikişînin ser rewşa aloz ya Kurdistanê bi awayekî bêdestûr ketine avahiya parlamena Swêd de.

Çalakvanên ku bi pankartên xwe rexne li kiryarên Tirkî dikirin û serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi Hitler re didane ber hev dixwestin hevdîtinekê bi nûnerên hikûmetê re bikin. Li gor nivîsandina êvarnameya Aftonbladetê çalakvanan herwiha rexne li siyaseta Swêd ya heberî Tirkiyê girtine û xwestine balê bikişînin ser rewşa li bakurê Kurdistanê. 

Di şertên normal de bêdestûr nabe ku mirov bikeve avahiya parlemanê de. Lê çalakvanênk kurd bi şêweyekî ketine hundir û bi pankartên xwe di wir de rûniştine. Beşê ewlekariyê yê parlemanê û polîs ketine dewrê de û herçend polîs daxwaz ji çalakvanan kir ew derkevin jî wan biya polîs nekirine.

Piştî nêzîkê saetekê çalakiya rûniştinê polîs yek bi yek ew ji avahiyê derxistine. 

Nûçegihanê TT Owe Nilsson di twîtera xwe de nivîseke wiha belav kiriye:

"Vê carê kurdên aştîxwaz Erdogan  şermezar dikirin. Lê ev nîşan dide ku hineke bi bombe jî dikarin bikevin hundirê parlemanê û ev tiştekî seyr e."

Ji ber ku xwepêşandan bêdestûr hatiye kirin giliyê çalakiyê hatiye kirin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".