Marcus Ericsson / TT /
Wêne: Marcus Ericsson / TT.

Kêmtir penaber têne Swêdê

Hejmara penaberan dadikeve.
0:50 min

Hejmara penaberên ku xwe digihînine Swêdê bi berdewamî kêm dibe. Vê heftiya buhurî nêzîkî 2000 kesan li Swêdê daxwaza penayê kirine. Ji çar beşan beşekî van penaberên zarok ên bi tenê ne.

Heftiya berî vê hejmara penaxwazan 3000 bû û meha buhurî ev serê heftiyê 6000 bû.

Li gor komunîkatora Daîreya Koçê Annie Hörnblad sedema vê kêmbûnê ew e ku kêmtir penaxwaz xwe digihînine Yekîtiya Ewropayê. Ji ber ku zivistanê derbasbûna ser Deryaya Spî re zehmet dibe û kontrolên ser sînorên welatên Balkanê jî dijwartir bûne hejmara penaberan kêm bûye.

Bi qasî ku hejmara penaxwazên ku têne Swêdê kêm dibe dîsa jî ev hejmar li gor heman heftiya par du caran zêdetir e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".