Fredrik Sandberg / TT
Wêne: Fredrik Sandberg / TT.

Swêdî leşkeriya mecbûrî dixwazin

7.500 leşker kêm in.
1:46 min

Piraniya swêdiyan, ji sedî 70, dixwazin xizmeta leşkerî ya mecbûrî bi paş ve bînin. Ev di encama lêkolîneke DN/Ipsosê de diderkeve holê. 

Ji sedî 16ê gel dibêje ev ne fikreke baş e. Herwiha ji sedî 87ê beşdarên lêkolînê fikir dikin ku divê hem jin hem mêr xizmeta leşkerî bikin.

Sala 2010an xizmeta leşkerî ya mecbûrî hate betal kirin û li şûna vê mesleka leşkeriyê hate danîn. Ango leşkerî bû meslekek. Lê vêga tê dîtin ku sîstema nû ku leşkerên daîmî û demkî digire baş nameşe.

Îro 7.500 leşker ji artêşa swêdî kêm in ku biqasî nîvê hêzên şer e. Ji ber kêmasiyê kesên ku berî niha xizmeta leşkeriyê kirine têne girtin û ji ber ku van kesan demeke pir dirêj di praktîkê de tiştek nekirine ew tenê weke leşkerên ser kaxezê dimînin. Bi ser de jî derketiye holê ku sîstema nû ji texmînan bihatir bûye.

Ji ber rewşa heyî hikûmetê vê payîzê lêkolînek li ser peydakirina personelê leşkerî da dest pê kirin. Ji Partiya Jîngehê Annika Nordgren Christensen weke berpirsa lêkolînê hate tayîn kirin û li gor emrê hikûmetê ew ê li ser modeleke nû ya sîstema leşkeriyê hûr bibe ku ji kombînasyona leşkerên bi pere û yên xizmeta leşkeriyê ya mecbûrî pêk tê. Ev model vêga li Danîmarka û Norwecê tê bi kar anîn.

Eger îro Annika Nordgren Christensen pêşniyaza bi paş ve anîna xizmeta leşkerî ya mecbûrî bike ew ê piştgiriyeke mezin a weke ji sedî 72an ji gel bigire.  

Ev di rojnameya Dagens Nyheterê de tê pêşkêş kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".