Jessica Gow/TT
Jessica Gow/TT

Dibistan ewlehiya xwe zêde dikin

"Divê em zanibin kî dikeve dibistanan."
1:53 min

Piştî êrîşa ser dibistana Kronan a li Trollhättanê dibistanên Swêdê tedbîrên ewlehiyê zêde dikin. Nobedar, deriyên miftekirî û kontrola nasnameyan hin ji tedbîrên ku dibistanên welêt digirin in.

 

Vêga Yekîtiya lîseyan a Jämtlandê jî biryara jidandina ewlehiya li lîseyên parêzgehê dide da ku kesên karê wan li dibistanan nebe nekevine dibistanan.

Li lîseya Wargentinê ji vêga ve personelê ekstra hatiye girtin da ku hay ji ewlehiya dibistanê hebe.

Midûrê Yekîtiya lîseyên Jämtlandê Håkan Karlsson dibêje bûyera li Trollhättanê weke herkesî tesîr li me jî kir û em bawer dikin ku rîskek li dijî dibistanên me heye. Loma em ewlehiya wan bi pêş ve dibin.

Ew dibêje divê em zanibin ka kesên ku li dibistanê diçin û tên karê wan çi ye û em ê personel bigirin ku dê tim di nav zarokan de be û ku tiştek bi qewime hay ji wan hebe.

Håkan Karlsson dibêje li hin dibistanan heta pê ber bi kontrola nasnameyan ve diçin, em ê bifikirin ka tiştekî wisa lazim e yan na.

Meha dehem a sala buhurî mêrekî bi mask ketibû dibistana Kronan a li Trollhättanê û bi şûr yek jê xwendekarekî 17 salî 3 kes kuştibûn.

Piştî vê êrîşa ku bi motîvên rasîst hate kirin dibistanên Swêdê ewlehiya xwe bi pêş ve dibin. Nobedar, deriyên miftekirî û kontrola nasnameyan hin ji wan tedbîran in ku dibistanên din ên welêt digirin. Lê li Jämtlandê ji bo vêga tenê personelê ku dê hay ji zarokan hebe tê girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".