Närbild på dörren in till rättsalen där det står "sal 4". Under två knappar där det står "förhandling pågår" och "stängda dörrar".
Yek ji salonên dadgeha destpêkî ya Göteborg. Wêne: Simon Risvik/Sveriges Radio

Gumana alîkariya terorîzmê ji 3 kesan tê kirin

Ew di filmeke îdamkirinekê li Sûriyê de tên naskirin
0:43 min

Dadgeha destpêkî ya Göteborgê gumana alîkariya sûcên terorîst ji 3 kesan dike, û ji ber van gumanan, biryara tewqîfkirina wan derxist.  

Temenê hersê zilaman 25 sal e, û girêdana wan bi wê doza terorîst re tê kirin, ya herdu zilamên ji Göteborgê ku biryara zindana miebed li ser wan hate derxistin, ji ber ku wan di 2013an de li Sûriyê kuştin kiribûn. Tê zanîn ku îtîraz li dijî wê biryarê hatiye rakirin.

Ev hersê zilamên guman ji wan tê kirin di rêya filmekî re tên naskirin, û ew film îdamkirinekê li Sûriyê nîşan dide, li gor dozger Agnetha Hilding Qvarnström.

Biryara tewqîfkirina hersê zilaman di nehazirbûna wan de hatiye standin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".