MUF:s ordförande Rasmus Törnblom. Fredrik Karlsson/TT
Serokê Yekîtiya Ciwanên Moderat, Rasmus Törnblom. Wêne: Fredrik Karlsson/TT

MUF dixwaze budceya Alliansenê bi ser bikeve

"Di baweriya min de, rewşa Swêdê bi siyaseta hevbenda burjuwa baştir dibe"
2:48 min

Yekîtiya Ciwanên Moderat, MUF, dixwaze ku hevbenda burjuwa, Alliansen, hewl bide ku îsal hikûmet were guhertin.

Ji bo vê armancê, serokê yekîtiyê Rasmus Törnblom dixwaze ku herçar partiyên burjuwa di dengdana budceyê ya payîza bê de pêşniyazeke budceyê ya hevbeş pêşkêş bikin. MUF ev xwestek doh di nivîseke minaqeşeyê di rojnameya Dagens Industri de pêşkêş kir.

Gotûbêjên xistina hikûmeta niha ji sala çû ve dest pê kirin, dema ku Peymana Kanûnê, Decemberöverenskommelsen, hate rûxandin. Di wê hevpeymanê de, herdu blokên siyasî, sorekesk ji aliyekî ve, û hevbenda burjuwa ji aliyê din ve, soz dabûn ku dengê xwe li ber budceya bloka herî mezin daxînin.

Derbarê pêşkêşkirina budceyeke hevbeş, serkêşiya partiya Moderatan hindekî bi nezelalî diaxive. Seroka partiyê Anna Kinberg-Batra dibêje ku herî dereng di 2018an de dê hevbenda burjuwa budceyeke hevbeş pêşniyaz bike, lê tam kîjan sal û kengî dê ev budceya hevbeş were pêşniyazkirin, hîn tu agahî li ser ne hatine dayîn.

Heger hevbenda burjuwa pêşniyazeke hevbeş da pêş, gerek partiya Demokratên Swêdê jî dengê xwe bide wê budceyê ji bo ku bi ser bikeve.

Lê piştgiriya Demokratên Swêdê bo budceya hevbendê ne berpirsyariya hevbendê ye, li gor Rasmus Törnblom:

- Tişta herî giring di siyaseta Swêdê de ew e, ku gerek tam siyaset be. Nerîna partiyên hevbendê di gelek pirsan de, mîna bazara karî, hevguncî, bazara xaniyan, perwerdeyê û hwd, wek hev in, û ji bo wilo jî, ez dixwazim ew bi hev re kar bikin û ew siyaseta hevbeş were pêş. Çawa partiyên din derbarê vê yekê tev digerin, ew yek berpirsiyariya wan partiyan e.

 

 Derbarê pirsa heger tu kêşe hebin dema ku Demokratên Swêdê piştgiriya budceya hevbenda burjuwa bikin, Rasmus Törnblom wisa dibêje:

Ez dixwazim bibêjim ku ew piştgirî dê Demokratên Swêdê mecbûr bike rûyê xwe yê rastî derxe û bibêje ka ew çi siyasetê dixwaze. Gelo rola wan di siyaseta Swêdê de wê demê dibe çi? Ez ji Demokratên Swêdê nefret dikim. Ez ne dixwazim ku ew bikevin hikûmetê de, ne jî dixwazin di danûstandinên hikûmetê de jî beşdar bibin. Tişta ez dixwazim bibêjim ew e, ku di baweriya min de, rewşa Swêdê bi siyaseta hevbenda burjuwa, Alliansenê, baştir dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".