En polis med ryggen mot kameran. Foto: Johan Nilsson / TT
Wêne: Johan Nilsson / TT

Hatina penaberan girîngtirîn pirs e ji bo hilbijêran

46% ji swêdiyan hatina penaberan weke girîngtirîn pirsa siyasî dibînin
0:58 min

Lêkolîneke nû ku Ipsos ji bo rojnameya Dagens Nyheter çê kiriye, nîşan dide ku nêzîkî nîvê swêdiyan dixwazin ku siyasetmedar hemû hêza xwe deynin ser çareserkirina pirsgirêka penaberan.

46% ji swêdiyan dibêjin ku gerek siyasetmedar di sala bê de pirsa hatina penaberan bixe rêza pêşî di siyaseta xwe de. 7% dibêjin ku gerek dibistan û perwerde bibe pirsa herî girîng ya siyasetmedaran û 6% dibînin ku gerek ev cîh ji bo pirsên kar û betaliyê be.

1% dixwazin ku siyasetmedar giraniyê bidin pirsa lênerîna salmezinan, û 1% dibînin ku pirsa aboriyê ya herî girîng e.

Di vê lêkolînê de pirs ji 1200 kesan di destpêka meha 12an ya sala çû de hate kirin: ”Tu dikarî pirseke siyasî bi nav bikî, ku di nerîna te de gerek siyasetmedar hemû hêza xwe bi kar bînin ji bo ku di sala bê de wê pirsê çareser bikin?”

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".