Nûnerên fîlmê En man som heter Ove ku ji bo 6 xelatên Guldbaggenê weke namzed tê nîşandan. Ji çepê Annika Bellander (derhenêr), Bahar Pars, Hannes Holm (rejîsor) û Rolf Lassgård (Ove). Wêne: Anders Wiklund / TT.
Nûnerên fîlmê En man som heter Ove ku ji bo 6 xelatên Guldbaggenê weke namzed tê nîşandan. Ji çepê Annika Bellander (derhêner), Bahar Pars, Hannes Holm (rejîsor) û Rolf Lassgård (Ove). Wêne: Anders Wiklund / TT.

Rola jina biyanî namzeda Guldbaggenê

"Ji bo min ev fîlmê entegrasyonê ye."
2:41 min

Aktrîsa îraniya swêdî Bahar Pars dibêje fîlmê ”En man som heter Ove” ji fîlmekî li ser pîremêrekî mirûzkirî yê swêdî zêdetir e.

 

Bahar Pars di vî fîlmî de cîrana Ove, Pervane, dilîze û ew vêga bi vê rolê di Guldbaggenê de ji bo xelata karaktera duyem a baştirîn weke namzed tê nîşan dan.

Ji bo Pars ev fîlm li ser entegrasyonê ye.

Bahar Pars karaktera xwe ya Pervane salox dide. Keçeke normal bi kokên xwe yên farisî ku li Swêdê dijî. Ew dikare bi farisî û swêdî bi axive, zarokên wê hene. Ango ew miroveke normal e. Ez kêfxweş im ku em dikarin wêneyekî din ê biyaniyan nîşan bidin. Ne tenê biyaniyên krîmînel ku piraniya caran wêneyê biyaniyan ê di fîlman de ye.

Dema Pervane bar dike kolana Ove ew hevdu nas dikin. Herçiqasî ku gumanên Ove li ser kokên îranî yên Pervane hebin dîsa jî ew hêdî hêdî li hemberî wê nerm dibe û hevaltiyeke kûr di navbera wan de dest pê dike.

Bahar Bars vêga ji bo karaktera duyem a baştirîn a xelata Guldbaggenê weke namzed tê nîşan dan. Ew bi performansa xwe ya di fîlm de serbilind e û li gor wê ev wêneyê normal ê kesên bi kokên ji welatên din nîşan dide.

Ez di jiyana xwe de rastî gelek tîpên weke Ove hatime. Mirov fikir dike ka çi kêşeya van pîremêran heye, gelo ew rasîst in an kêşe çi ye? Ev fîlm hemû pêşhukmiyan dirûxe. Mirov rolên biyaniyan bi awayekî bi temamî cuda dibîne û ji bo min ev fîlmê entegrasyonê ye.

Xelatên sînemayê yên Guldbaggenê ji sala 1964an ve ji aliyê Enstîtuya Fîlm a Swêdî ve ji bo kesên ku di sala buhurî de xebatên baş  di branşa fîlm a swêdî de kirine têne pêşkêş kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".