Kurdên derve divê pereyên erka leşkerî bidin

9:23 min

Ji bo xortên li derveyê rojavayê Kurdistanê dijîn û erka leşkerî, ango eskerî, nekiribin divê 200 dolarî salane bidin dema serî li rojavayê Kurdistanê didin. Ev qanûn ji 2016 de dest pê dike, li gor Şiyar Alî, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Swêdê.

Di vê dema dawî de gelek şîrove û rexnekirin derbarê vê pirsê di nav kurdên Swêdê de û li ser mediyayên civakî çêbûne. Di destpêkê de dihate gotin ku dê her kesek bixwaze serî li malbatên xwe li rojavayê kurdistanê bide divê 1000 dolar bide û çend xalên din jî dihatin şîrovekirin. Lê şiyar Alî dibêje gelek xal û pirs hatine şîrovekirin ta dawiyê bûn biriyareke fermî.

Ev qanûna nû ji bo ciwan û xortên di navbera 18 ta 30 saliyê de ye û ji wan îro tên xwestin ku di neh mehan de erkê xweparastina leşkerî bikin, ev ji bo xorta ye û mecbûrî ye ango naçar e lê ji bo keç û jinên dixwazin beşdar bin dilxwazî ye û ne icbar e.

Ev qanûna nû di temamê rojavayê Kurdistanê di hers ê kantonan de dê bi cî bibe.

Ji bo kurdên li Swêdê dijîn û bi nêtin serî li rojavayê Kurdistanê bidin karin berê xwe bidin bîroya Rojava ya dê di demeke nêzîk de li Stockholmê vebe û pirsên xwe bispêrên bîroyê, yan jî yekser li ser sînorê rojavayê Kurdistanê vê pirsê çareser bikin.

Şiyar Îsa, yê berê li Swêdê dijiya ev sal û nîveke wî li Qamişlo dijî û endamê Navenda civaka sîvîl û demokrasiyê li bajarê Qamişlo. Ew ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re radigihîne ku di nav beşekî milet de nerazîbûnek li dijî biriyara erka leşkerî heye. Ew dibêje: leşker kêm in ji ber aliyên siyasî ne li hev in û PYD biserketinên leşkerî ji bo berjewendiyên partiyê bikartîne.

Pirseke din ku hatiye şîrovekirina asta ewleyî û emniyetê ye li rojavayê Kurdistanê ji bo kurdên diçin bo seredan û pereyên salane yên bedela erka leşkerî didin. Nûnerê PYD li Swêdê, Şiyar Alî dibêje eger mirov xwe nêzîkî deverên rejîma Baath tê de ne neke wê demê mirov ewl e ye.

Herweha Şiyar Îsa ji Navenda civaka sîvîl li Qamişlo jî radigihîne ku rewş aram e ji bo kesên ku bixwazin bên rojavayê Kurdistanê ji bo seredan herçend ku ew rojane hebûna hikûmeta sûrî li bajarê Qamişlo dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista