Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Beşên zimanên biyanî yên Radyoya Swêdê têne guhertin

Hat weşandin torsdag 21 januari 2016 kl 11.32
"Swêd diguhere radyo jî tê guhertin."
(1:58 min)
Dîmenek ji korîdora ku redaksiyonên Radio Sweden lê kar dikin, li Radiohuset li Stockholm.
Dîmenek ji korîdora ku redaksiyonên Radio Sweden lê kar dikin, li Radiohuset li Stockholm.

Redaksiyonên bi zimanê biyanî yên Radyoya Swêdê ku di bin navê Radio Sweden de nûçeyên ji rojeva Swêdê bi 8 zimanên biyanî pêşkêş dikin têne guhertin.

Radio Sweden ji xeynî swêdî bi 8 zimanên din, kurdî, erebî, farisî, somalî, almanî, rûsî, ingilîzî û romanî, nûçeyên ji rojeva Swêdê pêşkêş dike. Bi guhertinên ku îro hatine eşkere kirin re redaksiyonên almanî û rûsî bi temamî têne girtin.

Redaksiyona Radio Romano jî dê êdî bi redaksiyona fînî ya bi navê Sisu Radio re hevkarî û danûstandinê bike. Ew ê weke radyoya bi zimanê kêmneteweyên fermî yên Swêdê ji xeynî nûçeyan bernameyên kulturî jî zêde bikin.  

Redaksiyonên kurdî, erebî, farisî, somalî û ingilîzî jî bi ser redaksiyona nûçeyan a Radyoya Swêdê ya bi swêdî Ekotê ve têne zêde kirin. Ev her pênc redaksiyon dê karê xwe yê îro, ango pêşkêşkirina nûçeyan li ser malpera xwe, berdewam bikin û herwiha bibine beşekî destekê yê Ekotê.

Midûrê kanalê yê Radio Swedenê Ingemar Löfgren dibêje Swêd di nav guhertinekê de ye û veguhertina radyoyê jî vê dişopîne. Ew diyar dike ku ligel kêmnetewên Swêdê herwiha gelek swêdiyên nû û kesên ku nûhatine Swêdê hene, loma em wezîfeya xwe li gor pêdiviyên van koman diguherin.

Guhertin dê ji 1ê nîsanê û pê de dest pê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".