Amineh Kakabaveh ji Partiya Çep seroka komeleya Varken Hora eller Kuvad. Wêne: Henrik Montgomery / SCANPIX.
Amineh Kakabaveh ji Partiya Çep seroka komeleya Varken Hora eller Kuvad. Wêne: Henrik Montgomery / SCANPIX.

"Anket zordestiya li ser jinê nîşan dide"

Kakabaveh: Azadiya keçan tê kêm kirin.
6:16 min

Komeleya Varken Hora eller Kuvad ( Ne qehpik ne jî kole) li banliyoyên Stockholmê ku bi piranî kesên bi eslê xwe biyanî lê dijîn anketeke nû li ser zordestiya li ser keçan çê kiriye.  

1100 ciwanan pirsên anketê bersivandine û di anketê de ji sedî 28 keçan diyar dikin ku ew ji aliyê endamên malbatê yên mêr ve bi awayekî gelekî sext têne kontrol kirin.

Ji sedî 81ê kurên ku beşdarî anketê bûne diyar kirine ku ew ji bo xwîşkên wan navê malbata wan nelewitînin berpirsiyariya kontrolê li ser xwe dibînin.

Amineh Kakabaveh ji Partiya Çep endama parlamena Swêdê ye û  seroka komeleya Varken Hora eller Kuvad e.

Li hevpeyvîna me ya bi wê re guhdarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".