Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Sosyaldemokrat nûneran dişîne kongreya HDPê

Hat weşandin torsdag 21 januari 2016 kl 23.48
Em piştgiriya HDPê dikin.
(3:12 min)
Mårten Löfberg û Roza Güçlü Hedin. Foto: TT
Mårten Löfberg û Roza Güçlü Hedin di kongreya HDPê de wê Sosyaldemokratan temsîl bikin. Foto: TT

Ji bo ku desteka xwe nîşan bidin û bi HDPê re nîqaş bikin bê di vê dema aloz de ew dikarin çi bikin Sosyaldemokrat heyetekê dişîne kongreya HDPê.

24ê mehê roja yekşemê kongreya Partiya Demokrasiya Gelan HDPê tê li dar xistin. Di kongreyê de gelek nûnerên partiyên derveyî Tirkiyê jî wê beşdar bibin û di nav mêvanên derve de Sosyaldemokratên Swêdê jî hene.

Mårten Löfberg cîgirê sekreterê navneteweyî yê Sosyaldemokratan û berpirsê partiyê yê pêwendiyên bi kurdan re ye.

Digel parlamentera Sosyaldemokratan ya kurd ji herêma Dalarna Roza Güçlü Hedin ew ê beşdarî kongreya HDP ya roja yekşemê bibin.

– HDP partiya destûbirakê me ye û em girîng dimînin di rojeke wiha ku ew di bin zextên dijwar de ye piştgiriya xwe nîşan bidin û destekê bidine bizava HDP ya aştiyê. Em ji bo hemû hevwelatî û kêmneteweyên li Tirkiyê mafên siyasî yên wekhev dixwazin.

Di vê nîvsala dawî de atmosfera siyasî ya li Tirkî û bakurê Kurdistanê herku çûye xerabtir bûye. Aramiya ku du salan dewam kir ciyê xwe ji pevçûn, şer û êrîşan re hiştiye. Ji aliyê leşker û polîsan ve bajar têne dorpêç kirin, derketina derve tê îlankirin. Di navbera leşker û xortên bajaran ku xendek kolandine û barîkad bilind kirine şerê dijwar derdikevin. Tê ragihandin ku gelek sivîlên li van herêman malên xwe terk dikin.

Ji aliyê din ve bi taybetî li ser Partiya Demokrasiya Gelan HDP zextên dijwar hene. Siyasetvanên wê dibine hedefa êrîşan û têne girtin. Mårten Löfgren dibêje ew ji ber şideta heyî biendîşe ne, bi fikar in ku ev pêşiya çareseriyeke aştiyane zehmettir dike û ew van fikarên xwe digihînin ji ciyên elaqedar re ku gereke mesele bi danûstandinê were hal kirin.

– Helwesta me pir eşkere ye. Em piştgiriya siyaseta HDP dikin. Destekê didine daxwaza HDP ya pêvajoya reform û aştiyê.

Bê gelo Sosyaldemokrat ji xeyrî nîşandana helwestê wekî din bi çi awayî dikarin piştgiriya hêzên aştîxwaz bikin Mårten Löfgren dibêje niha di kongreya HDPê de ew ê bi siyasetvanên partiyê re nîqaş bikin bê ew dikarin çi bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".