Akademikernas möte om fred i Turkiet och Osman Aytar
Doçent doktor Osman Aytar ku li Zanîngeha Mälardalen lêkolînên xwe didomîne piştgiriya akademîsyenên Tirkî dike.

Ji Swêdê destekê didine akademîsyenên Tirkiyê

"Imzeya min ne ji bo naverokê ye!"
9:21 min

Bangewaza akademîsyenên Tirkiyê gihîşt Swêdê. Doçent doktor Osman Aytar ku yek ji îmzakirên li Swêdê ye behsa naverok û piştgiriya bangewazê dike.

Rewşenbîrên binavûdeng yên mîna Noam Chomsky û Tarik Ali jî di nav de nêzîkê du hezar akademîsyenên Tirkî û cîhanê îmza xwe avêtine bin nivîseke ku ji Tirkiyê daxwaza rawestandina şer dikin.  

Di serî de serokkomar Tayyip Erdogan rayedarên Tirkiyê nerazîbûneke mezin li hemberî akademîsyenan nîşan didin, doz li hinekan ji wan hatiye vekirin û ew bi îxanetê têne tawanbar kirin.  

Bi reaksîyonan re piştgiriya ji bo akademîsyenan berfirehtir dibe û li Swêdê jî hejmarek akademîsyen bangewaz îmza kirine û îmzeyên nû di rê de ne. Yek ji wan kesên ku ji Swêdê piştgirî daye bangewazê Doçent doktor Osman Aytar e.

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".