John Hassler, ordförande för Finanspolitiska rådet
John Hassler, serokê Encûmena siyaseta fînansê. Wêne: Fianspolitiska rådet

"Meaşê kêmtir bidine penaberan"

2:35 min

Divê sendîka û kardêr ji bo ku penaber kar peyda bikin li ser peymaneke meaşên hindik li hev bikin. Ev gotinên John Hassler in ku serokê Encûmena Siyaseta Fînansê ye.

Hassler dibêje divê mirov li ser peymanekê bifikire ku meaşên hindik ji bo kesên bi kvalîfîkasyona gelekî hindik û yên ku di bazara karî ya swêdî de bêtecrûbe ne mumkin dike.

Li gor wî di halê hazir de gelek penaberên bêperwerde û tecrûbe têne Swêdê û loma divê mirov bi rêyeke wiha kêşeya wan a kar sivik bike.

Nîqaşên li ser meaşên kêmtir berî vêga jî hatiye rojevê, lê hejmara penaberan a mezin a vê dema dawîn kiriye ku ev pêşniyaz careke din tê meydanê. Hassler dibêje bila ji bo penaberên bêperwerdehî ku têne Swêdê meaş û xerca ku xwediyê kar dide bi nîvî were kêm kirin da ku ev kes hesantir kar peyda bikin.

Mohammad Tariq Sarwari penaberekî afganistanî ye. Li gor wî hebûna kar ji mîqdara meaş girîngtir e. "Meaş kêm be zêde be ferq nake. Li Afganistanê meaşê min zêde bû, lê ewlehiya min nebû. Bi ya min meaş ne tişta herî girîng e."

Eva Östling midûra giştî ya rêxistina branşa hotel û restoranan Visita ye. Gelek kesên bi bingehên biyanî li vê branşê kar dikin, lê li gor Östling tenê kardêr û sendîka nikarin vê meseleyê hal bikin. Divê dewlet têkil bibe û biryarê bide.

Seroka sendîkaya hotel û restoranan Therese Guovelin vê pêşniyazê bi tundî red dike. Ew dibêje divê reqabet ne bi meaşên kêmtir, lê bi hêz û kalîteya kar were meşandin.

Guovelin dibeje ferq nake mirov li Dimeşkê ya li Göteborgê çê bûbe divê meaş ji bo heman karî weke hev be. Ev tişta ku meaş dê li gor welatê ku tu lê çê bûyî were guhertin gelekî tewş û nemaqûl e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista