Balafirgeha Landvetter nêzîkî Göteborg. Wêne: Adam Ihse/TT.
Balafirgeha Landvetterê nêzîkî Göteborg. Wêne: Adam Ihse/TT.

Tehdîda bombeyê di balafira swêdî de

Balafireke şirketa SASê ku ji Londonê ber bi Arlandaya Stockholmê dihat ji ber tehdîda bombeyê li li Landvettera nêzîkî Göteborgê daniye. Balafir li saet 09:57 daniye û li Landvetterê li cihekî taybet hatiye park kirin.

70 heb rêwî û karkerên di balafirê de hatine vala kirin û di ewlehiyê de ne. Polîs ê herwiha îfadeya wan jî bigire. Ji ber ku tehdîd li hewayê hat heye têkiliya rêwiyan bi vê re hebe. 

Hê nediyar e ka tehdîd rast e yan derew e. Balafir ji bo kontrolê li benda teknîsyen û pisporan e.

Polîs trafîka Landvetterê bo demekê rawestan. Vêga tê ragihandin ku balafir dikarin ji balafirgehê bifirin, lê nikarin lê deynin. 

Dora saet 14:45an polîs ragihand ku di encama lêgerîn û kontrolên li ser balafirê ti bombe nehatine dîtin. 

Li gor polîs li ser medyayên civakî tehdîdên bombeyê li ser vê balafirê hatine belav kirin. Polîs ev tehdîd cidî dîtin û balafirê loma li balafirgela Landvetterê danî. 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".