sveriges och irans flagga
Wêne: TT och AP

Bazirganiya bi Îranê re dê dehqatî bibe

Salê 15-20 milyar kron.
1:24 min

Îxracata Swêdê ya ji bo Îranê dikare di demek kin de deh qatan zêde bibe. Piştî ku boykotên li ser Îranê radibin  bi bazirganiya nû Îran dê ji bo Swêdê li Rojhilata Navîn bibe welatê herî mezin ê îxracatê.

Ev nirxandin ji midûra giştî ya Business Swedenê Ylva Berg tê.

Ylva Berg dibêje mîqdara îxracatê ya îro gelekî hindik e, loma em nabêjin ku ev ê du caran zêde bibe, lê ev ê gelekî zêdetir bibe û bigihe nêzîkê 15-20 milyar kronî. Li gor îro ev dereceyeke ecêb mezin e.

Tê bawer kirin ku Îran şertên peymana enerjiya atomê bi cih tîne, loma Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê boykotên li ser welêt radikin. Di halê hazir de bazirganiya swêdî ya bi Îranê re salê 2 milyar kron e û ev hejmar di çar salên dawî de çar caran kêmtir bûye.

Ylva Berg dibêje em ê bûroyeke bazirganiyê jî li Îranê vekin. Di halê hazir de bazirganiya bi Tirkiyeyê re salê 13 milyar kron e û ya bi Siûdî re 11 milyar kron e. Eger texmînên Ylva Berg rast bin wê demê ji bo Swêdê Îran ê li Rojhilata Navîn bibe welatê herî mezin ê îxracatê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".