Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Serokê Konfederasyona sendîkayan LO'yê, Karl-Petter Thorwaldsson. Wêne: Lars Pehrson/SvD/TT.
Serokê Konfederasyona sendîkayan LO'yê, Karl-Petter Thorwaldsson. Wêne: Lars Pehrson/SvD/TT.

"Divê siyasetmedar daîreyên sendîkayan negirin"

"Em bifikar in ku skandalên nû derkevin."
1:34 min

Şaş e ku siyasetmedar ji sendîkayan daîreyan kirê dikin. Ev gotinên serokê konfederasyona sendîkayan LO’yê Karl-Petter Thorwaldsson in.

 

Biya wî divê were lêkolîn ka ji xeynî Margot Wallström hin siyasetmedarên ku ji sendîkayan daîre kirê kirine hene yan na.

Karl-Petter Thorwaldsson dibêje ku ew di heman demê de bifikar e ku eger skandalên din ên weke yên sendîkaya Kommunalê di nav konfederasyona LO’yê de derkevin.

Ez bêjim ez ne bifikar im ez ê derewan bikim. Elbette em bifikar in, lê hin kes dibêjin qey ji ber ku ev skandal derketiye holê em aciz bûne. Ev ne wisa ye. Em aciz in ji ber ku ev bûyerên wiha pêk hatine.

Thorwaldsson dibêje em ê sîstemeke zexmtir ava bikin. Di her serdaneke ku em li cihên kar dikin divê ez karibim li çavên karmend binêrim û bêjim ku divê ew bi endambûna xwe ya di sendîkayê de serbilind be. Hedefa me ev e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".