Rojava û bakûrê Kurdistanê di konferansa li ser jinan de

Yekîtiya Perwerdehiyê ya Karkeran (ABF) û Forûma Navneteweyî ya Çepgir (Vänsterns internationella forum, VIF) 23-24ê meha yekem li Stockholmê konferansekê li ser rewş û têkoşîna jinê li çar beşên cîhanê li dar dixin.

Ji çar beşên cîhanê aktîvîst û femînîst ji bo li ser rewş, têkoşîn û edaleta bo jinê biaxivin li Stockholmê dicivin.

Bi nûnerên ji Amerîkaya Latîn û Afrîkayê re ji Rojava û bakûrê Kurdistanê jî nûnerên komeleyên jinan beşdarî vê konferansê dibin. Ji bakûrê Kurdistanê ji Amedê Kongreya Jinên Azad (KJA) û Kitêbxaneya jinan a kurdî (Ceren Kadin Dernegi) beşdar dibin.

Ji Rojava jî nûnera karûbarên derve ya rêveberiya Rojava Sinam Mohammad Sherkany bi çend komeleyên din ên ji Rojava re beşdarî vê konferansê dibin.

Ev konferansa du-rojî siba li saet 10an li ABF-huset dest pê dike. Siba li saet 15:00 Sinam Mohammad Sherkany dê axavtinekê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".