tacc32b6 Dan Eliasson DELBAR. Foto: Henrik Montgomery/TT.
Serokê giştî yê polîsan Dan Eliasson. Wêne: Henrik Montgomery/TT.

Pêdiviya bi polîsan zêdetir dibe

"Em li gor rewşa niha nikarin xebatên xwe bi cî bînin"
2:34 min

Polîs ji ber tehdîdên terorîst û hewandina penaberan ji hikûmetê dixwaze ku alîkariyê bike ji bo ku karkerên nû bînin.

Pêdivî bi 1500 ta 2500 polîsên zêdetir heye, û ji bilî wilo, hetanî bi 1600 karmendên sîvîl heta sala 2020an pêwîst in, li gor dezgeha polîsan.

Serokê giştî yê polîsan Dan Eliasson dibêje ku heger karmendên nû neyinin, gerek xebata wan li hin aliyan were kêmkirin:

- Bo nimûne, hebûna me li deverên bi zehmetiyên civakî û aborî dê zehmet bibe. Encam jî ew e ku nearamî zêdetir dibe. Û herweha giraniya ser tawanên narkotîkayê û yên trafîkê jî kêmtir dibe. Ez bawer nakim ku ev tişt bi dilê miletê Swêdê ye, û bi hêvî me ku dengê me here hikûmet û parlamêntoyê.

Polîs daxwaza alîkariya zêdetir dike ji bo karê hêzên netewî yê li dijî terorîzmê, lê herweha ji bo kontrolên li ser sînoran, bicîkirina biryarên ku hin penaxwaz ji welêt werin derxistin û aramiya li xaniyên penaberan.

- Di gelek ji van xaniyên penaberan de rewş zehmet e, gelek kes di cihekî teng û demeke dirêj de dijîn. Di van şertan de, şer û pevçûn zû çê dibin, û gerek em li wan deveran amade bin ji bo ku aramiyê bidin penaberan.

Di nivîsekê bo wezareta dadê de, polîs radigehînin ku bi taybetî ev rewşa penaxwazan bêhna wan diçikîne, hem ji ber xebata kontrolkirina sînoran, û hem jî ji ber xebata wan a bicîkirina aramî û ewleyîya giştî. Ji bo ku giraniya hin xebatên girîng kêmtir nebe, gerek bêhtir alîkariya pereyan ji aliyê hikûmetê ve were.

Li gor polîsan, tehdîdên terorîst ên ku zêde bûne, pêdiviya bi karmendên nû, lokalên firehtir, alavên polîsan, otombîl û perwerdeyê zêdetir dikin.

Ji bo dema di navbera 2017-2019an de, pêdivî bi 1,8 heta 2,8 milyar kronên zêdetir heye, li gor nirxandina polîsan.

Wezîrê karûbarên hindir Anders Ygeman bi vê nirxandina polîsan re ye:

- Dema ku em di rewşeke wisa de ne, bi kontrolkirina sînoran û tehdîdên terorîst, wê demê bêguman pêdiviya polîsan bi alîkariyeke mezintir çê dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".