försäkringskassan. Foto: Christine Olsson/TT.
Wêne: Christine Olsson/TT.

Kaseya Sîgorteyê bi ser bêhtir sextekaran ve dibe

"Kontroll baştir dibe, ne ku sûcdarî zêdetir bûye"
1:43 min

Hejmara giliyên ku Kaseya Sîgorteyê, Försäkringskassan, derbarê sûcên sextekariya alîkariyên civakî de dide, her zêdetir dibe.

Sala çû, 2300 gilî ji sala berî wê zêdetir çûbûn ji polîsan re. Ev yek dike zêdebûneke bi qasî 71%.

Lê ev zêdebûn nayê wateya ku sûcdarî zêdetir bûye. Ya maqûl ew e, ku Kaseya Sîgorteyê di karê keşifkirina sextekariyê de baştir bûye, li gor Thomas Falk, serokê yekîneya kontrolê li Kaseya Sîgorteyê:

- Em di vî warî de baştir dibin. Lêkoler û kontrolvanên me baş hatine perwerdekirin. Me şêweyê karî bêhtir bi struktur kiriye. Ango tu îsbat tune ne ku em bêhtir sûcdariyê dikin.  

Dezgeha Bergirtina Sûcan, Brottsförebyggande rådet, jî dibêjin ku ew bawer nakin ku hejmara van tawankaran bêhtir bûbe. Johanna Skinnar weke lêkoler li vê dezgehê kar dike:

- Tişta mirov dikare bibîne ew e, ku hejmara giliyan ji salê ta sala din ferq dike. Sedema herî mezin ew e, ku her salê, tedbîrên kontrolkirinê ji aliyê dezgeha pêwendîdar ve cuda ne. Di vê nimûneyê de, dema ku Kaseya Sîgorteyê bêhtir giraniyê deyne ser kontrolkirina alîkariyên civakî, dê bêhtir sûcdaran keşif bikin. Ew yek nayê wateya ku sûcdariya li dijî dezgehê zêdetir dibe.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".