sinam mohamad sherkany och YPJ. Foto: Rafand Ahmad/SR & TT.
Nûnera Birêveberiya Xweseriya Demokratî li Ewropayê, Sinam Mohamad Sherkany û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ).

Rojava di konferansa Foruma Navnetewî ya Çep de

”Zihniyeteke dijî azadiya jinê li Rojhilata Navîn heye” û ”Em li ser şaştiyên xwe kar dikin”
9:58 min

Foruma Navnetewî ya Çep, Vänsterns Internationella Forum di dawiya heftiya çû de konferansek li dar xist, bi giraniya li ser beşdarbûna jinê di desthilatdariyê de.

Sinam Mohamad Sherkany, ku nûnera Birêveberiya Xweseriya Demokratî li Ewropayê ye, di yek ji wan semînaran de roja şemiyê beşdar bû, û li ser rola jinê di rêkxistina sîvîl, rêkxistina dezgehî û herweha leşkerî de di birêvebirina hersê kantonên rojavayê Kurdistanê de axivî. 

Di wê axavtinê de behsa gotûbêjên ku ji bo Cenêva 3 tên plankirin ji bo çareserkirineke aştiyane li Sûriyê, hate kirin. Tê zanîn ku wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström berî 2 heftiyan gotibû ku ew qîma xwe bi lîsteya aliyên vexwendî bo gotûbêjan nayine, ji ber ku, li gorî wê, nûnertiya jinan di wir de pir kêm e. Li gor Sinam Mohamad jî nûnertiya jinan têr nake, û wê binxêz kir ku gerek hin nûnerên xweseriya Rojava jî werine vexwendin, ku ev yek dikare rêjeya jinan jî di nav beşdaran de bilind bike. Lê Erebistana Siûdiyê û Tirkiye birêvebirina kantonan weke aliyekî li dijî rêjîmê nabînin. Lê belê ew wan weke alîgirên rêjîma Esed didin nasandin, û wan tehdîd dane ku heger tu alî behsa zêdekirina hin aliyan li ser lîsteyê bikin, ewê xwe ji gotûbêjan vekişînin. Sinam Mohamad ev tişt di hevpeyvîneke li gel beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekotê, re, înkar kir.

Di semînarê de, behsa mêntalîte û tevgera zilaman li dijî jinan li Rojhilata Navîn hate behskirin. Ev mijar di vê dema dawiyê de bûye mijareke germ ku li Swêdê û Ewropayê bi giştî gelekî tê minaqeşekirin, nexasim piştî şeva sersalê li Kölna Almanyayê.

Bêhtir pirs di rapora dengî de! 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".