tad2c2bc sarah sjöström foto: Maja Suslin/TT.
1 av 2
Avjena swêdî Sarah Sjöström. Wêne: Maja Suslin/TT.
tabe9e01 sarah sjöström. Foto: Marcus Ericsson/TT.
2 av 2
Sjöström û her 5 medalyayên wê di şampiyoniya cîhanî ya 2015an de. Wêne: Marcus Ericsson/TT.

Xelata Jerringpriset çû ji Sarah Sjöström re

Wê 5 medlya standin û 2 rekor şikandin
1:18 min

Sarah Sjöström xelata radyoya wezişê (Radiosporten) Jerringpriset qezenc kir – xelata ku ji aliyê miletê Swêdê ve tê hilbijartin, ji bo baştirîn wezişvaniya 2015an.

Sjöström, ku weke stêrkeke bêhempa ya avjeniyê tê dîtin, sala berî wê jî eynî xelat wergirt.

Dema ku navê wergira xelatê hate eşkerekirin û Sara Sjöström çû ser dikê ji bo xelatê werbigire, bi henekî got ”piyan ne wek sala çû giran e, dibe ez hîn jî xurttir bûme”. Û wê spasiya her kesê piştgiriya wê kiriye û dike, kir.

Sala 2015 ji bo Sarah Sjöström pir baş derbas bû. Di şampiyoniya cîhanî ya avjeniyê de li Kazanê, wê bi giştî 5 medalya standin, ji nav wan 2 ên zêr. Ji bilî wilo, wê 2 caran rekora cîhanî şikand.

Tê zanîn ku ne gelek kesan karîbû zêdî carekê vê xelatê qezenc bikin. Berî niha Magdalena Forsberg 4 caran ev xelat wergirt, û Ingemar Stenmark, Gunde Svan, Pernilla Wiberg, Ludmila Engquist û Annika Sörenstam weke Sjöström 2 caran ev xelat qezenc kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".