szf7df0e ryskt flygplan. bild tagen av svenskt spaningsflygplan. Foto: FRA.
Balefireke rûsî li herêmên swêdî. Wêne bi rêya balefireke swêdî ya şopandinê hatiye girtin. Wêne: FRA

Temrînên leşkerî û terorîzm zextê li FRA dikin

"Sala bihûrî, balefirên rûsî gelek caran nêzîkî herêmên swêdî bûn"
1:39 min

Dezgeha Pêlgir a swêdî FRA, radigehîne ku ji dema Şerê Sar ve, ewqas temrîn û firînên leşkerî li deverên derûdora Swêdê cî ne girtine.

Di rapora dezgehê ya 2015an de, herweha mijarên terorîzma navnetewî û hewldanên bidestxistina agahiyan derbarê dewleta Swêdê û şirketên swêdî, bi rêya înternetê bê destûr, tên bahskirin.  

Karê dezgehê ew e, ku bi rêya şopandina pêlên radyo û înternetê, agahiyan ji Hêzên Parastinê, Polîsên Îstixbaratê û hikûmetê re kom bike.

Dezgeh di rapora xwe de dinivîse ku ji ber ”rewşa giştî ya cîhanê ya ku her diçe xerabtir dibe, dihêle ku bêhtir dezgehên dewletê agahiyan jê bixwazin”

Fredrik Wallin, ku yek ji berdevkên Dezgeha Pêlgir e, dibêje ku rewşa xirab ya bi taybet li herêmên derûdora Swêdê, zexteke mezintir li wan dike. Ew dibêje ku di sala bihûrî de, bo nimûne balefirên şer ên Rûsyayê gelek caran nêzîkî herêmên swêdî bûne.  

Ji bilî vê pêşdeçûnê, terorîzma navnetewî jî beşeke mezin ji karê wan girtiye, nexasim piştî êrîş û tehdîdên ku di dawiya sala çû de zêdetir bûn.  


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".