tac84fd2 bostäder. Foto: Christine Olsson/TT.
Wêne: Christine Olsson/TT.

Xaniyên destê duyem zêdetir û bihatir dibin

"Qanûna 2013an xwest ku kirêkirina xaniyan bi destê duyem hêsantir bibe"
1:57 min

Hejmara xaniyên ku dikarin di destê duyem de werin kirêkirin zêdetir dibe. Lê herweha kirê jî bihatir dibin û gihiştine asteke rekorê.

Beşê nûçeyan Ekot a Radyoya Swêdê nimûneyekê dide pêş; xaniyekî yekode, bi mezinbûna 42 metreçargoşeyan li devera Nackayê ku 15 deqeyan ji navenda Stockholmê dûr e, kiriya wî xaniyî 10 hezar kron di mehê de ye.

Linnéa Agüero li ser malpera anonsan Blocketê pêşdeçûna bazara xaniyên destê duyem dişopîne. Ew dibêje ku rewş ji 2013an ve hatiye guhertin, ji ber ku wê salê qanûneke nû derket, ku kirêdana xaniyan bi destê duyem hêsantir dike:

- Ew bi xwe em dibînin ku hejmaran xaniyên ji bo kirêkirina bi destê duyem bêhtir bûne, lê herweha kiriya wan xaniyan ji 5-6 salan bi vir de bi navincî bihatir bûye. Lê bi taybetî di 2013an de berçav e bê çiqas kirê bihatir bûn.

Ji 2012an ve, kiriya xaniyekî yekode bi navincî bi qasî 1200 kronî bihatir bûye, û li Stockholmê bi 2000 kronî bihatir bûye. Kesê îro xaniyekî li Stockholmê bi destê duyem kirê dike, vê salê 400 kronî ji sala çû zêdetir dide.

Qanûna ku di 2013an de hate derxistin, gihiştiye armanca ku bêhtir xanî berdest bibin, lê ne ji bo herkesî, li gor Linnéa Agüero:

- Belê, xaniyên tên pêşkêşkirin ji bo kiriya bi destê duyem zêdetir bûne, lê tenê ji bo kesên ku pereyên wan hene û dikarin kiriyeke bilind bidin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".