wallström ygeman. Foto: Henrik Montgomery/TT.
Wezîra derve Margot Wallström û wezîrê hundir Anders Ygeman. Wêne: Henrik Montgomery/TT.

(M) giliyê Wallström û Ygeman dike

"Pirseke girîng e, û gerek Wallström em agahdar bikirana"
1:39 min

Partiya Moderatan giliyê wezîra derve Margot Wallström û wezîrê hundir Anders Ygeman li cem Desteya Destûrî ya parlamêntoyê (Konstitutionsutskottet)ê dike.

Heftiya çû berê giliyek li dijî Wallström çûbû ji desteyê re, ji ber ku wê xaniyek ji sendîkaya Kommunal kirê kiribû.

Niha jî giliyeke din tê şandin, ji ber ku wê ragehand bê alîkariya ku Swêd dixwaze bide Fransayê di şerê li dijî Dewleta Îslamî, dê çawa be.

Gilî ew e, ku wê Desteya Pirsên Derve agahdar ne kiriye. Berpirsa siyaseta derve ya partiya Moderatan Karin Engström ji beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot, re got ku biryara bersivdana Fransayê, ku alîkariya Swêdê di şerê dijî Dewleta Îslamî de xwestibû, mijareke girîng e, û gerek wezîra derve deste agahdar bikira û bi wan re gotûbêj pêk bianiya. Û ji ber ku wezîrê ji ber xwe ve biryareke wisa stand, ew dê were gilîkirin.  


Ji aliyekî din ve, endama Desteya Pirsên Yekîtiya Ewropî ji partiya Moderatan, Ulrika Karlsson, got ku ew dê giliyê wezîrê hundir Anders Ygeman li cem Desteya Destûrî ya parlamêntoyê bike, ji ber ku wî bêyî ku şêwira desteya wê bike, biryarine li gel Frontexê standine, ku dikare bê wateya ku gerek Frontex, ku dezgeheke ayidî Yekîtiya Ewropî ye, biryaran li ser ava netewî ya Swêdê bistîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".