Miljöpartisten Maria Ferm och migranter som räddas av kustbevakningen på Medelhavet. Bilden är ett montage
Maria Ferm wê du salan li riyên nû bigere. Foto: KBV 001 Poseidon / Kustbevakningen, Jonas Ekströmer / TT

Maria Ferm wê li riyên ”neqaçax” bigere

Mirov çawa dikare bi riyên qanûnî were Ewrûpa û bimîne
1:26 min

Hikûmet wezîfeyê dide Maria Frem ya ji Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) da binêre bê koçber bi çi riyan dikarin serî li penaberiyê bidin.

Maria Ferm dibêje:
– Ez ê li şertên bi riyên qanûnî hatina dewletên YE bigerim. Bê xelk çawa bêyî qaçaxî dikarin werine vira û serî li penaberiyê bidin. Par 3700 koçber di behr û riyan de mirin, gelek ji van zarok bûn. Û nayê qebûlkirin ku rewş wiha dewam bike.

Di lihevhatina siyaseta koçberan ya navbera hikûmet û partiyên burjûva de ew li hev hatibûn ku li riyên qanûnî yê hatinê binêrin. Di vê wezîfeya ku wê du salan dom bike de Maria Ferm wê tehlîl bike bê mecalên hatina bi riya vîze û destûrê çiqas hene. Ew ê herwiha binêre bê çi dikare were kirin da ku tesîr li sazî û dewletên Yekîtiya Ewrûpa were kirin ji bo ku ew riyên qanûnî peyda bikin. 

Maria Ferm di hikûmeta berê de berpirsa peymana koçberiyê ya navbera Partiya Jîngehê û hikûmeta wê demê ya burjûva bû. Û di vê dewra nû de jî heta niha ew seroka koma partiya xwe ya di meclîsê de bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".