Anna Kinberg Batra och Jimmie Åkesson. Foto: TT
Seroka Moderatan (M) Anna Kinberg Batra û serokê Demokratên Swêdê (SD) Jimmie Åkesson. Foto: TT

Åkesson soza alîkariyê dide Moderatan

Bûrjuva ji sorekeskan meztir in
1:32 min

Serokê Partiya Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) Jimmie Åkesson dibêje ew ê destekê bide budçeyeke partiyên burjûva.

Di rapirsîna raya giştî de ku berya du rojan hate eşkere kirin de diyar bû ku li Swêdê partiya herî mezin niha Moderat in. Rayên wan ji yên Sosyaldemokratan zêdetir xuya dikin. Û daxuyaniya Jimmie Åkesson jî piştî vê yekê tê. 

Di daxuyaniya xwe ya rojnameya Dagens Industri de Åkesson dibêje ew dikarin alîkariyê bidine budçeyeke Moderat ji ber ku ”siyaseta wan pir dişibe hev”. 

Ji destpêka 2015ê serokatiya Anna Kinberg Batra ve di siyaseta koçberiyê ya Moderatan de guhertinên mezin bûne, gelek pêşniyazên ku rê li ber hatina koçberan têne girtin eşkere kirine. 

Jimmie Åkesson herwiha dibêje bêyî lihevhatineke di navbera partiyan de jî ew dikarin destekê bidine budçeyeke partiyên burjûva, lê ev destek wê ne heta hetayê be. 

Li gor rapirsiya dawî ya Sifo piştgiriya ji bo Moderatan bilind bûye %25,6, ya Sosyaldemokratan daketiya %23,2 û Demokratên Swêdê bi %18,2 partiya sêyem in. 

Rayên partiyên sorekesk tev de %37,2 û yên burjuva %42.8 xuya dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".