Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd 80 hezar penaxwazî vedigerîne welatê wan

Hat weşandin torsdag 28 januari 2016 kl 13.12
Ku bi xweşî nevegerin wê bi zorê bêne şiyandin
(2:38 min)
Anders Ygeman och nyanlända flyktingar. Foto: TT, montage: Radio Sweden
Wezîrê Hundir Anders Ygeman radigihîne ku bi dehhezaran divê vegerin. Foto: TT, montaj: Radio Sweden

Meqamên Swêdê haziriya vegerandina bi dehhezaran mihacir dikin. Wezîrê Hundir Anders Ygeman dibêje nêzîkê 80 000 kesên li Swêdê daxwaza mafê rûniştinê kirine wê neçar bimînin Swêd biterikînin.

Meqamên Swêdê haziriya xwe û vegerandina bi dehhezaran mihacir dikin. Wezîrê Hundir Anders Ygeman dibêje nêzîkê 80 000 kesên ku li Swêdê daxwaza mafê rûniştinê kirine wê neçar bimînin Swêd biterikînin.

Wezîrê Hundir Anders Ygeman dibêje:

– Em ji niha de hin kesên ku mafê rûniştinê nastînin vedigerînin. Par 163 000 kesî li Swêdê daxwaza penaberiyê kir. Yên ji nav van ku redê bistînin dê werine vegerandin. Heta niha ji %55 îqamê werdigrin û yên din red ji wan re diçe. Ev jî dike derdorê 60 000 – 80 000.

Yên ku red, ango cewaba nexêrê ji wan re diçe wê ji wan were xwestin ku ew bi dilxwazî ji Swêdê derkevin, lê eger ew bi riza xwe Swêd ne terikînin wê zor were bi kar anîn û wek nimûne bi balafirên taybet werine şiyandin.

– Halê hazir jî balafirên şarter, yên ku xisûsî ji bo şandina penaberan têne bi kar anîn di dewrê de ne û lêçûna wê jî maqûl e. Di pêş de ev dikare bi hevkariya Yekîtiya Ewrûpa yan jî hin dewletên YE jî were kirin.

Ev gotinên Ygeman têne wê wateyê ku wek nimûne Swêd dikare bi Almanya, Danîmarka û Fînlanda re balafirekê ji bo dewletekê kirê bike û penaberên ku ji van welatan red standine tev de werine şandin.

Ji bo şandin û pêkanîna vê yekê wezîrê hundir tu pirsgirêkên ji aliyê hiqûqî yan jî meclîsa Swêd ve nabîne, lê dibêje pirsgirêkek ku dikare derkeve helwesta dewletên ku mihacir ji wan reviyan e ye.

– Astengiyek ku dikare derkeve xwedîderketina dewletan ya welatiyên wan e. Ez bi dewletên bakurê Afrîkayê û Afxanistanê re axivî me. Divê em bikin ku ew xwedî li berpirsiyartiya xwe derkevin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".