Grekisk och EU flagga. Foto: TT
Li gor komîsyona Yekîtiya Ewrûpa kontrola sînoran ya Yûnanîstanê ji hev de ketiye. Foto: TT

”Sînorê Yûnanîstan sînorê Swêd e jî”

3:56 min

Ne bi dilê Yûnanîstan be jî divê Yekîtiya Ewrûpa bikaribe nobedaran bişîne û sînorê Yûnanîstanê asê bike. Hikûmeta Swêdê ku carê li dijî vê daxwazê bû niha wê qebûl dike.

Gotûbêjeke ku zûde li Yekîtiya Ewrûpa tê kirin ew e ku endamên Yekîtiya Ewrûpa bikaribin sînorên hevûdin kontrol bikin. Weke nimûne swêdî û almanî herine Yûnanîstan û hay ji kontrola sînorê wê hebin. Berê Swêd ji pêşniyazeke wiha re digot na, lê niha Wezîrê Hundir Anders Ygeman dibêje ew dikarin pêşniyazeke wiha qebûl bikin.

Anders Ygeman dibêje:

– Ji ber ku rewş hatiye guhertin, me jî helwesta xwe guhertiye. Ev çend meh in dewletek bi kêr nayê li sînorên xwe miqaate be û alîkariyê qebûl nake. Û ew sînor, sînorê me ye jî.

Mebesta Anders Ygeman û sebeba gotûbêja vê pêşniyazê sînorê Yûnanîstan e ji ber ku ew endama Şengenê ya herî li rojhilat e, cîranê Tirkiyê ye. Li gor komîsyona Yekîtiya Ewrûpa kontrola sînoran ya Yûnanîstanê ji hev de ketiye, koçberên ku têne wir nayêne qeyd kirin û şopa tiliyên wan nayê girtin. Loma hin dewlet bi eşkereyî dixwazin Yûnanîstan ji Şengenê were derxistin. 

Di payizê de Yûnanîstan hate mecbûr kirin ku ji bo kontrolkirina sînoran hin alîkariyê wergire. Di nav alîkariya ku ji YE hatiye dayin gemiyên Swêdê jî hene. Lê niha daxwaz tê kirin ku eger Yûnanîstan li dijî hatinê jî be nobedarên sînoran werine şiyandin. Di payizê de serokwezîrê Swêdê ji pêşniyazeke wiha re digot ev xwetevlîkirina pirsa neteweyî ya dewletekê ye û li dijî der diket.

Lê niha Wezîrê Hundir yê Swêdê dibêje ji ber ku parastina sînorên Yûnanîstanê nayê kirin divê ew rê were girtin. 

Partiya Ҫep (Vänsterpartiet) li hemberî vê daxwaza Ygeman derdikeve û wê weke zêdegaviyekê dinirxîne:

 Serokê partiyê Jonas Sjöstedt dibêje:

– Ev tê wê wateyê ku karmend wê biryarê bidin bê nobedariya sînorên me gereke çawa were kirin. Yanî eger YE bixwaze wê bikaribe polîsên alman û polonî bişîne da sînorên Swêdê kontrol bikin.Ev pêşniyaz bi serxwebûna dewletan re elaqedar e, ku her dewletek bi xwe sînorên xwe kontrol dike.

Lê wezîrê hundir ku radigihîne ew ê daxwaza kontrolkirina sînoran ji aliyê YE ve bike dibêje Şengenê tu dewlet mecbûrî nav xwe nekiriye.

– Hevkariya Şengenê bi dilxwazî ye. Eger mirov di nav Şengenê de be divê mirov hay ji tixûbê xwe yê derve hebe. Berya ew werine mecbûr kirin ku nobedaran bêyî daxwaza xwe qebûl bikin gelek gav têne avêtin. Û mecal heye ku dewletek ji hevkariya Şengenê were avêtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista