Sociala medier-loggor.
Ji bo bi kar anîna Facebook, Instagram, Twitter û Snapchatê divê temenê mirov têrê bike.

Bêyî dêûbavan zarok dê nikaribin bikevine Facebook û Instagramê de

Facebook û Instagram li zarokan têne girtin
2:40 min

Kesên temenê wan biçûk wê êdî nikaribin bêyî destûra dêûbavên xwe bikevine torên civakî yên weke Facebook, Instagram û Snapchatê. Ev qanûneke nû ya Yekîtiya Ewrûpa ye.

Wezîrê serfkariyê Per Bolund dibêje:

– Di asta Yekîtiya Ewrûpa de hin qanûnên ji bo parastina agahiyên şexsî hatine nivîsandin û ev qaîde wê li hemû welatên endam bêne cîbicî kirin. Li wir hatiye nivîsandin ku ji bo mirov bikeve torên civakî de gereke temenê mirov ser 16 salî re be. 

Qaîdeya YE ku behsa wê tê kirin mecbûrî ye û gava ew kete dewrê de hemû dewletên endam gereke wê li welatê xwe cîbicî bikin. Lê li ser meseleya bê temen heta bi 16 yan 13 be ew li hev nehatine. Loma hatiye gotin ku her dewleteke endam bi xwe di navbra temenê 13 û 16 de biryarekê bide. 

Gava qaîde kete dewrê de ji bo ku zarok bikaribin bikevine wek nimûne Facebook yan jî Instagramê de gereke ew destûrê ji dêûbavên xwe bixwazin. 

Hikûmeta Swêd ji aliyê xwe ve niha dinêre bê li Swêd ji bo vêya tam kîjan sînor dikare were danîn, yanî divê biryarekê bide bê ji 13 ta 16 kîjan sal weke sînor were danîn.

Û bê destûrxwestina ji dêûbavan tam tê çi wateyê. 

Halê hazir ji xwe di piraniya torên civakî de tiştekî wiha di holê de heye, lê bi qaîdeya Yekîtiya Ewrûpa re ev dibe mecbûrî û şîrketên ku wê binpê bikin wê ceza li wan were birîn. 

Amanca Yekîtiya Ewrûpa bi van qaîdeyan ew e ku zarok û ciwan bi rengekî baştir werine parastin.

Wezîrê Serfkariyê Per Bolund dibêje:

– Halê hazir jî di torên civakî weke Facebook û Instagramê de ji bo bikaranîna wan gereke mirov ser 13 salî re be. Ev nayê wê wateyê ku eger mirov bin vî temenî re be çênabe mirov bikeviyê. Nexêr, bi destûra dêûbavan mirov dikare bikeve înternetê de. Û ev jî tedbîreke baş e ji ber ku di înternetê de gelek tiştên ne di rê de hene.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".