Skiss över bostadsbygge Barnarp. Pressbild.
Ciyekî ku xaniyên nû lê têne ava kirin Barnarp e. Pressbild.

Neyta hikûmetê ye 700 000 xaniyên nû ava bike

5:02 min

Peydakirina xaniyan li Swêdê zehmet e. Yên ku herî zêde ji vêya mexdûr dibin penaberên nûhatî û yên miaşê wan kêm e. Niha hikûmet ji bo ku çareyên demdirêjî bibîne li çêkirina xaniyên nû digere û ji bo vêya li destekê digere.

Peter Karpestam li Dezgeha Giştî ya Xaniyan (Boverket) analîzvan e.

– Em di rewşeke acîl, di rewşeke behitî de ne. Berya niha me çawa bikira jî em ê biketana vî halî. Em bi zehmetiyên mezin re rûbirû ne. 

Belê, li gor Peter Karpestam di van salên dawî de li Swêdê kêm xanî hatine ava kirin û rayaderên siyasî li gor cidiyeta meselê nêzîk nebûne. Di biharê de Dezgeha Xaniyan da zanîn ku heta 2025ê gereke 700 000 xaniyên nû hatibine ava kirin. 

Û ji hingî ve dîmenê heyî tenê tarîtir bûye. Lewra niha Dezgeha Xaniyan radigihîne ku divê tedbîrên acîl bi lezgînî werine girtin. Di payîzê de dezgehê raporek radestî hikûmetê kir û tê de pêşniyaz tê kirin ku ji bo wek nimûne kesên nû têne Swêdê xaniyên taybet werine ava kirin.

Peter Karpestam dibêje:

– Bi min pirsa sereke ya pêşerojê ev e: Gelo divê em xaniyên xisûsî ji bo kesên kêmmiaş ava bikin? Yanî xaniyên sosyalê. 

Û îsal hikûmetê hin gavên ber bi vê yekê ve avêtin.

Hikûmetê bangî partiyên burjûva û ya Ҫep kir da li ser çêkirina xaniyan gotûbêjên berfireh bike. Serokwezîr Stefan Löfven jî digel du wezîrên din gotarek nivîsîn. Wan ragihandin ku hikûmet lêkolînê dike bê ji bo kesên miaşê wan kêm, xwendekar û ciwanan şîrketên dewletê wê çawa karibin xaniyan ava bikin. 

Grûpa ku di peydakirina xaniyan de herî zêde dijwariyan dibîne penaberên nûhatî ne. Lê parlamenterê Moderatan Hanif Bali dibêje çareyên taybet ji bo penaberan ne cî de ne:

– Gereke em tenê ji bo nûhatiyan xaniyan ava nekin. Ji ber ku hingî swêdiyên ku xanî bi dest wan nakevin wê aciz bibin û bêjin ”ev 40 sal in ez bacê didim, zaroka min ya 25 salî xanî peyda nake lê yekî ku nû hatiye Swêdê yekser diçe xênî”.

Bi raya Hanif Bali derxistina aloziyeke wisa ne pêwist e û loma gereke pirsgirêka hemû kesî ya xaniyan were çareser kirin. Ji bo vê yekê jî divê mirov lê bigere ku xaniyên arzan ava bike.

Jimmie Jansson yê Sosyaldemokrat serokê şaredariya Eskilstuna ye. Van salên dawî Eskilstuna gelek nûhatî hewandine û Jansson jî dibêje xaniyên nû werine çêkirin gereke kiriya wan tozek arzan be da ku kesên miaşkêm bikaribin bikevine wan de. 

Siyaseteke hikûmetê ya avakirina xaniyên nû heye. Hin ji pêşniyazan ew in ku şertên avakirinê werine hêsan kirin, kesên bêkar fêrî çêkirina xaniyan werine kirin, rê ji şîrketên xerîb yên avakirina xaniyan re werine vekirin û bê şîrketên dewletê bi xwe wê karibin xaniyan ava bikin yan na.

Jimmie Jansson yê li şaredariya Eskilstuna dibêje pêwistî bi tevgereke bi lez û bez heye:

– Helbet divê dewlet di vî warî de bikeve nav keftelefteke bilezûbez. Bi min baş e ku hikûmet dixwaze bi partiyên din re jî hevkariyê bike. Lê dewlet bi serê xwe nikare hemû tiştî hal bike. Em li şaredariyan jî gereke bêhtir çalak bin. Me bi xwe li vir pilanek daniye ku di nêzîk de li navenda Eskilstuna hezar xanî werine ava kirin û ji bo vê yekê em xebateke piralî dimeşînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista