Foto: Hasse Holmberg/TT.
Wêne: Hasse Holmberg/TT.

Danûstandin ji bo avakirina xaniyên nû

Partiya Lîberalan û a Navendê kiriyên bazareke azad dixwazin.
1:11 min

Piraniya siyasetmedarên Moderatan ên şaredariyê bazareke azad dixwazin.

Jêbirîna fayizên deynên bankê bihêlin, û bila kiriyên xaniyan li gor bazareke azad werin tayînkirin. Ev nerîna 77% ji siyasetmedarên serkêş ên şarederiyan ku nûnertiya Partiya Moderatan dikin, li gorî lêkolînekê ku beşê nûçeyan ê Televizyona Swêdê SVT çê kiriye.                                            

Îro saet 13:00 gotûbêj di navbera hikûmetê, Partiya Çep û partiyên hevbenda burjuwa Alliansenê dest pê dikin, bi mijara ka avakirina xaniyên nû dê çawa zêdetir bibe.                                 

Partiya Lîberalan û Partiya Navendê ji berê ve dibêjin ku gerek kiriyên xaniyan li gor azadiya bazarê werin tayînkirin, bêyî ku dewlet tu qaîdeyan yan jî sînoran deyne.                                          

Ev pirsa kiriyên azad di kongireya Moderatan ya meha 10an a derbasbûyî de baş hate minaqeşekirin, û wê demê, endaman li ser ”kiriyên flêksîbel û guhêrbar” li hev kir. Niha li ber danûstandinên îro Partiya Moderatan dibêje ku gerek lihevkirineke di ser blokên siyasî re were nivîsandin ji bo encama herî baş ji siyaseta bazara xaniyan re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".