taaee454 moderna museet. Foto: Vilhelm Stokstad/TT.
Muzexaneya modern. Wêne: Vilhelm Stokstad/TT.

Çûna muzexaneyên dewletê êdî belaş e

Hikûmet dixwaze bêhtir zilamên xwedî perwerdeyeke nizim û bi esil ne swêdî serdana muzexaneyan bikin
2:56 min

Ji îro ve derbasbûna 18 muzexaneyên dewletê, gelek ji wan li Stockholmê, dîsan dibe belaş.

Armanca vê guhertinê bo nimûne ew e, ku hin grûpên ku di halên normal de serdana muzexaneyan nakin, niha bêhtir herin muzexaneyan. 

Muzexaneya Modern li Stockholmê berî 2 heftiyan dest bi derbasbûna belaş kir, û ji bo wilo, Anna Maj Köll gelek caran çûye wê derê, lê ew xwedî perwerde ye, ji Stockholmê ye û jin e, ango grûpeke ku ji xwe gelek caran serdana muzexaneyan dikin. Muzexaneyên dewletê gerek ji bo Swêdê hemûyî be.

Lê kesên ku îro gelek caran serdana muzexaneyan dikin temsîla milet bi giştî nakin. Beşê herî mezin ji kesên diçin muzexaneyan xwedî perwerdeyeke bilind in, û jin ji zilaman bêhtir serdana muzexaneyan dikin. Bi vê gavê hikûmet dixwaze zilamên bi perwerdeyeke nizim, ji derveyî Swêdê ji dayik bûne û li derveyî navenda bajêr dijîn bêhtir serdana muzexaneyan bikin.

Sverker Härd serokê dezgeha analîzekirina çandî ye, û wî lêkolîn li ser cara dawî ku derbasbûna muzexaneyan belaş bû, ango 2005-2006an, çê kiriye:

- Tişta ku em baş dizanin ew e, ku dê serdan bêhtir bibin. Cara çû wisa bû, û vê carê jî em texmîn dikin dê wisa bibe. Lê em nikarin tam piştrast bin ku ew grûpên hikûmet berê xwe dide wan dê bêhtir serdana muzexaneyan bikin. Dikare wisa bibe ku kesên ku îro ji xwe ve diçin muzexaneyan, niha dê bêhtir caran herin wir.

Wate, belaşkirina derbasbûna muzexaneyan dikare roleke xwe bilîze, lê ya herî girîng ew e, ku muzexane bi awayekî çalak bixebitin, ji bo ku xwe bigihînin grûpên nû, li gor Sverker Härd.

Ann-Sofi Noring cîgira birêvebira Muzexaneya Modern e. Jê hate pirskirin ka ew bi rastî bawer dike ku belaşkirina derbasbûna muzexaneya têr dike ji bo ku grûpên nû dest bi serdana muzexaneya wan bikin:

- Em bawer in ku astengiya aborî heye û ku astengiyeke pir mezin e, lê em dizanin ku astengiyên din jî hene, wek perwerde û cihê mirov jê hatiye. Lê dema ku mirov astengiyekê dirûxîne, mirov dikare giraniyê bide ser astengiyên din. Bo nimûne, niha astengiyên zimên hene û em hunera xwe bi gelek zimanan pêşkêş dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".