Polisbilar runt Centralstationen. Foto: Alexander Gagliano, Sveriges Radio
Polîs li dora Centralê tedbîrênb berfireh girtin. Foto: Alexander Gagliano, Sveriges Radio

Êrîşên li hemberî xerîban

"Me ji şer baz daye, ne ku em li vir jî bikevine nav pevçûnan"
6:33 min

Dawiya vê heftiyê li Swêdê hem êrîş hem jî xwepêşandanên li hemberî xerîban hebûn.

Êvara şemiyê navbera 70-100 zilamên rûyên xwe pêçayî li navenda Stockholmê êrîş birine ser kesên xerîb, pora wan reş. Kesên êrîşkar herwiha belavok belav dikirin û gazî dikirin ku divê zarokên ji bakurê Afrîka yên ku bi tenê hatine û li vira dimînin ”werine ceza kirin”. Pevçûn derketin û polîs ketine navberê de û çar kes hatine binçav kirin.

Ji ber vê rewşa aloz polîs bang li xort û zarokên bi tenê hatî kir da ew xwe ji ciyên wiha dûr bigrin û hay ji xwe hebin. 

Duh li bakurê Stockholmê, li sûka Åkersberga ez pêrgî çend xortên afganî hatim û ew bi fikar bûn.

Xortê bi navê Ebas dibêje ew pir ditirsin. Ji ber şer û cengê baz dane da li vira xwe di emniyetê de hîs bikin, lê bi van nûçeyan ew pê dihesin ku li vir jî emniyet namîne.

– Em hatine Swêdê da ku jiyaneke nû bijîn, ne ku pev biçin. Li Afganistan, Îraqê, Sûriyê şer heye. Bi hêviya ku di aştiyê de bijîn em reviyane vira û naxwazin vegerine heyamên berê. Eger niha Swêd jî bikeve rewşeke wilo de ferqa kultura vira ji welatên sêyem çi dimîne? Helbet em pir ditirsin, li tevahiya Ewrûpa emniyet namîne û em bi vêya xemgîn dibin. 

Belê, ev gotinên xortê bi navê Ebas in ku ji Afganistanê bi serê xwe hatiye Swêdê.

Aloziyê roja înê bi êrîşa li navenda Stockholmê dest pê kir û şemî yekşemê jî bi xwepêşandanan dewam kir. 

Roja şemiyê rastgirên ekstremîst li Stockholmê xwepêşandanek li dar xistin. Ji alîgirên futbolê heta bi kesên nêzîkê Demokratên Swêdê gelek kes beşdar bûn. Di heman demê de li Meydana Norrmalmê xwepêşandaneke dijî rastgiran jï hebû, lê polîs nehişt ew bigihine hev û rê li pêşiya pevçûneke muhtemel girt. 

Duh, roja yekşemê jî li Umeå nûçe belav bûn ku hin komên rastgir pilan dikin xwepêşandanekê bikin û polîs tedbîrên berfireh girtin. 

Di belavoka êvara şemiyê de zarokên ji bakurê Afrîka weke hedef dihatine nîşan dan. Lê kesên ne ji bakurê Afrika û ne nûhatî jî ku em bi wan re axivîn diyar dikin ku ew bifikar in.

Mecîd û Hesen du xortên bi eslê xwe ji Îraqê ne û li sûka Åkersberga ew aboneyên telefonan difiroşin. Herdu jî li Swêdê ji dayik bûne, lê ji por û birhên wan yên reş mirov yekser dibîne ku ew xerîb in:

Mecîd dibêje

– Bi rastî gava min nûçe xwend ez aciz bûm. Niha mirov êdî ditirse here bajêr. Ciyên ku xelk lê pir hebe ez ê xwe jê vedim. 

Hesen ku di heman lûkalê de pê re kar jî dike di heman fikrî de ye ku divê ew hay ji xwe hebin.  

Dîrokzan Helene Lööw pispora komên nijadperest û rastgirên ekstremîst e. Ew dibêje derketina vê aloziyê di vî wextî de neecêb e. 

– Nepêwist e ew rêxistinên taybet bin. Li ser bangekê, belavokekê yên nêzîkê wî fikrî dikarin li hev kom bibin. Piştî gotûbêjên hişk yên vê dawî dûr nêzîk tiştekî wiha dê rû bidaya. 

Bi nêrîna Lööw jidandina siyaseta penaberiyê ya vê dawiyê ji bo rastgirên ekstremîst du encaman bi xwe re tîne. Di rewşên wiha de hinek gavê paş de dikişînin û xwe vedikişînin qêlik, lê hinek jî dibêjin ”aha, mey em mafdar derketin” û dest bi zêdegaviyan dikin.

Lööw dibêje:
– Ji nişkê ve tê dîtin ku rawestana li hemberî  gotinên nijadperest li gor berê sist dibe. Û ev rewşeke nû derdixe holê, ku zûde me nedîtiye.

Xortê Afganî yê nûhatî Ebas dibêje ew hêvîdar in li Swêdê jiyaneke aram bikaribin bijîn.

Hesen û Mecid ku li Swêdê ji dayik bûne dibêjin di rewşa niha de ew ê hewl bidin xwe ji komên girseyî dûr bigrin û heta ew difikirin por û birhên xwe jî zer bikin, da yekser xuya neke ku ew xerîb in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".