tab65746 tiggeri. Foto: Leif Blom/TT.
Wêne: Leif Blom/TT.
Lêkolerên pirsên parsê:

Gerek zarokên parsekan neçin dibistanê

Gerek Swêd çûna dibistanê pêşkêşî zarokên parsekên ji Ewropayê neke. Û gerek şaredarî jî xaniyên taybet pêşkêşî parsekên hevwelatiyê Ewropayê nekin.

Ev du encamên ku lêkolerê pirsên parsê Martin Valfridsson di rapora xwe derbarê pirsên hevwelatiyê Ewropayê ku li Swêdê parsê dikin, pêşkêş kir. Hikûmetê jê xwest lêkolînekê bike, ne ji bo qanûnên nû yan jî wezîfeyên nû ji bo dezgehan, lê tenê ji bo ku çend şîretan bide hikûmetê.

Di konferenseke çapemeniyê de îro Martin Valfridsson got ku gerek civaka swêdî baş nîşan bide ku mirov çê nabe li ser erdê kesên din bimîne, û ji aliyekî din ve, ew dibêje ku şaredarî şaştiyeke mezin dikin dema ku cihên dibistanê pêşkêşî zarokên van hevwelatiyan bikin, ji ber ku sînyaleke şaş didin wan. 

Wî herweha got ku baştir e ku mirov pereyan bide rêkxistinên ku dixebitin ji bo ku rewşa wan parsekan li welatên wan bikin, ji dêvla ku mirov pereyan bide parsekan bi xwe ku li Swêdê dimînin.

Valfridsson dibêje ku ew bi xwe baweriya wî bi qanûneke qedexekirina parsê nayê, lê destnîşan dike ku ev pirs di nav wezîfeya lêkolîna wî de tune bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".