sx89f789 KI Karolinska Institutet. Foto: Bertil Ericsson/TT.
Instîtuya Karolinska li Stockholmê. Wêne: Bertil Ericsson/TT.

”Pêbaweriya bi lêkolînên swêdî kêmtir dibe”

Televizyona Swêdê, SVT, ev bûyer eşkere kir
1:59 min

Serkêşiya Instîtuya Karolinska (KI) gerek niha were kontrolkirin, bi sedema cerah û lêkolerê ku li wir kar dike, yê ku di hin emeliyatan de zengilokên plastîkî xistibûn laşê nexweşan de.

Serokê birêvebirina instîtuyê Lars Leijonborg ev yek ji beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot re got. Di heman demê de, wezîra lêkolînê Helene Hellmark Knutsson got ku ev bûyer dikare zirarê bide pêbaweriya bi lêkolînên Swêdê.

Bi giştî 8 nexweş ji aliyê wî cerahî ve hatin emeliyatkirin, û cerahî zengilokên plastîkî xistibûn laşê wan de. Ji wan 8 kesan, tenê 2 niha dijîn, 6 nexweş mirin. 3 emeliyat ji wan li nexweşxaneya Instîtuya Karolinskayê li Swêdê di navbera 2011-2012 cih girt.

Lêkolîneke polîsan derbarê van emeliyatên li nexweşxaneyê hatiye destpêkirin, û sernivîsa vê lêkolînê ”sedema giran a kuştinê” û ”sedema giran a zirara lêş” e.

Rêaksyona birêvebirina instîtûyê piştî eşkerekirina Televizyona Swêdê, SVT, tê, ku sê belgefîlm li ser vê mijarê nîşan dan.

Vê bûyerê li ser asteke navnetewî bal kişand, û wezîra lêkolînê Helene Hellmark Knutsson ji beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot, re got ku baş e lêkolîneke wisa tê destpêkirin, û bitirs e ku ev bûyer dikare zirarê bide pêbaweriya bi Swêdê, weke neteweyeke ku çanda lêkolînê lê berfireh e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".