Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Du swêdî li Yûnanistanê hatin girtin

Hat weşandin måndag 1 februari 2016 kl 16.41
Hindek çek û bi qasî 60 hezar kronên swêdî bi wan re hebûn
0:53 min
Islamiska statens anhängare i Syrien. Foto: TT Nyhetsbyrån
Wêne: TT Nyhetsbyrån.

Polîsên Yûnanistanê du hevwelatiyên swêdî, yek ji wan 19 û yê din 28 salî, girtin, bi gumana ku wan dixwest tev li rêkxistina Dewleta Islamî bibin.

Li gorî hin medyayên yûnanî, hindek kêrên leşkerî, cilên leşkerî û bi qasî 60 hezar kronên swêdî bi wan herdu zilaman re hebûn.

Dema ku herdu zilam hatin girtin, wan dixwest xwe bigihînin Tirkiyê, û tê texmînkirin ku wan dixwest xwe bigihînin hin deveran li Sûriyê, ku niha di bin kontrola rêkxistina terorîst ya Dewleta Islamî de ne.

Rojnameya Dagens Nyheter ragehand ku yek ji xortan bi eslê xwe bosnî ye, û di 2007an de li Bosnayê bi tawana amadekirina kiryareke terorîst hatibû dadkirin. Zilamê din ê 19 salî bi eslê xwe ji Yemenê ye, li gor rojnameyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".