Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarokên swêdî li Dewleta Islamî

Hat weşandin tisdag 2 februari 2016 kl 10.40
"Hejmar dikare ji 40 bi gelekî mezintir be"
(1:30 min)
taceee5f Islamiska staten. Foto: TT.
Alîgirên Dewleta Islamî li Mûsilê. Wêne: TT.

Gelek swêdiyên ku tev li rêkxistina Dewleta Islamî ya terorîst bûne, zarokên xwe yên kêmî 10-salî jî bi xwe re birine.

Koordînatorê netewî li dijî ekstremîzma şidetkar texmîn dike ku bi kêmanî 40 zarokên swêdî niha li deverên Dewleta Islamî ne. Hindek ji van kesan bi malbatî, wate jin û mêr çûne û zarokên xwe jî bi xwe re birine, û hindekên din jinên bi tena xwe çûne wir û zarok jî bi xwe re birine.

Sekreterê komîteya koordînator li dijî ekstremîzma şidetkar, Yassin Ekdahl dibêje ku bi kêmanî 40 zarokên di navbera temenê 1-10 salî li deverên di bin kontrola Dewleta Islamî de ne, lê ew texmîn dike ku hejmar ji wisa bi gelekî mezintir e.

Herweha jinên bi tena xwe çûne Sûriyê û Îraqê, li wir bi leşkerên daişî re zewicîne û zarok ji wan re çê bûne. Ew zarok jî nasnameyên swêdî ji wan re derdikevin, û ji bo wilo zehmet e mirov bizanibe tam çend zarokên swêdî niha li wir hene.

Gelek ji wan zarokan vegeriyane Swêdê, hindek ji wan 6 mehan û hindek jî heta bi 2 salan li wir mane, bi çavên xwe tahde, kuştin, lêxistin û tecawizkirinên cinsî dîtine, yan jî bi xwe tûşî wan tiştan bûne.

Ev kes, jin û zarok, tu alîkariyê ji dezgehên swêdî naxwazinm û zarok tên mecbûrkirin ku behsa vê mijarê nekin, û dema ku hate behskirin, ew bêdeng bimînin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".