jimmie åkesson anna kinberg batra. Foto: Claudio Bresciani & Anders Wiklund/TT
Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson û seroka Moderatan Anna Kinberg Batra. Wêne: Claudio Bresciani û Anders Wiklund/TT.

Kinberg Batra hevkariya bi (SD) re red dike

"Şandina nameyê ji bo kişandina bala çapemeniyê ye"
2:03 min

Serokê partiya Demokratên Swêdê (SD) Jimmie Åkesson eşkere hewl dide siyasetmedarên Moderatan bi aliyê xwe ve bikişîne.

Li gor lêkolînekê ku Televizyona Swêdê, SVT, çê kiriye, 54% ji siyasetmedarên şaredariyan ên ku nûnertiya Moderatan dikin, dibêjin ku gerek hevbenda burjuwa Alliansen bi piştgiriya Demokratên Swêdê hikum bike. Lê seroka Moderatan di programa Aktuellt a Televizyona Swêdê SVT de got ku ew hevkariya Demokratên Swêdê naxwaze:

- Bi min tiştekî baş e ku gelek endamên me dixwazin em hikûmetê biguherînin, lê wê demê divê em biaqilî tev bigerin ji bo ku qîmetê kar zêde bikin, emê çawa astengiyên hevgunciyê çareser bikin û emê çawa têkiliya xwe bi welatên din re baştir bikin. Ev tenê çend xalên girîng in, ku nerîna Demokratên Swêdê tam cuda ye, û ji bo wilo em nikarin bi wan re hevkariyê bikin.

Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson nameyek ji serkêşên siyasetmedarên şaredariyan ên nûnertiya Moderatan dikin, re şandiye û ji wan xwestiye ku ew dest bi gotûbêjan bikin. Lê wî ev gav avêtiye tenê ji bo ku bala çapemeniyê bikişîne ser xwe, li gor seroka Moderatan Anna Kinberg Batra:

- Ev gav yek ji gavên Demokratên Swêdê ye ji bo ku balê bikişînin ser xwe. Lê ez bi berpirsyarî tev digerim ji bo ku hevbenda burjuwa alternatîva herî baş be ji bo ku Swêd baştir were avakirin. Demokratên Swêdê ne bi berpirsyarî tev digere, ji bo wilo, em naxwazin bi wan re hikum bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".