tac7d58e Öresundsbron. Foto: Johan Nilsson/TT.
Pira Öresundê ya di navbera Swêdê û Danîmarkayê de. Wêne: Johan Nilsson/TT. Wêne: Johan Nilsson/TT

Tirên di navbera Swêdê û Danîmarkayê de dîsan dimeşin

"Kontrolkirina nasnameyan berî tirên bimeşin tê bicîkirin.
0:41 min

Ji yekê meha 3an ve çûnûhatina tirênan di navbera Swêdê û Danîmarkayê de dîsan vedibe.

Ji berê ve ev çûnûhatin hatibû sekinandin, ji ber ku Swêdê biryar dabû ku nasname di tirênan de werin kontrolkirin.

Lê niha şirketa tirênan a swêdî SJ li gel a danîmarkî Banedanmark çareyeke hevbeş dîtine ji bo ku kontrolkirina nasnameyan zirarê negihîne çûnûhatina tirênan. Ev çare ew e, ku rayeke tirênan li stasyona Kopenhagena Danîmarkayê ji SJ re were tayînkirin, û berî ku tirên bimeşin ber bi Swêdê ve û rêwî siwar bibin, dê nobedar nasnameyan kontrol bikin, lê divê rêwî berî dema meşîna tirênê bi nîv saetê li wir bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".