Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Gemiya tirk ya barê wê sîleh li Swêdê asê maye

Hat weşandin tisdag 2 februari 2016 kl 17.07
Barê gemiyê sîleh û teqemenî ne.
3:54 min
Fartyget Whisky Trio i Varberg. Foto: Privat
Fartyget i Varbergs hamn. Foto: Privat Wêne: Xwedanê gemiyê şîrketeke Tirkî ye, ew di bin alaya Panama de ye û barê wê Rojhilata Navîn e. Foto: Privat

Gemiyeke aydê şîrketeke Tirkî ku barê wê sîleh in ev deh roj in li lîmana Varberg ya Swêdê hatiye rawestandin.

Gemî ne ji ber barê xwe, lê ji ber rewşa xerab ya karkeran hatiye rawestandin. 

Göran Larsson mifetişê sendîqeya Federasyona Karkerên Veguhaztinê (Transportarbetarförbundet) e. Ji xebatkarên nav gemiyê giliyek ji wan re diçe ku mirovekî pir nexweş destûr nayê dayin ew here doktor û loma ew dikeve nav gemiyê de: 

– Ez çûm hundir û min dît karker nanê hişk bi zeytûnan dixwin. Wekî din xwarina bêhnpêketî ya dema wê derbasbûyî li wan deran bû. Doşekên wan qetiyayî, bêhna genî ji hundir dihat. Û min bihîst ku karker mehê bi 600 dolarî kar dikin. Heta niha rewşeke ewqas berbat min nedîtibû.

Belê, Göran Larsson yê nûnerê sendîqeyê li ser rewşa xebatkarên gemiyê vêya dibêje. Û vî halê xerab kiriye ku Rêvebiriya Giştî ya Veguhaztinê (Transportstyrelsen) dest daniye ser destûra birêketina gemiyê û ev deh roj in ew li lîmana Varberg ya li başûrê Göteborg asê maye. 

Gemiya behsa wê tê kirin bi navê Whisky Trio ye. Ew aydê şîrketeke Tirkî ya bi navê Trio Shipping e ku navenda wê li Stenbolê ye. Xwedanê şîrketê tirkekî li Danîmarka ye û gemiya ku hatiye rawestandin di bin alaya Panama de ye. 

Li gor zanyariyên karmendên gemiyê dane û ku xwedanê wê jî qebûl kiriye, barê wan 13 konteyner sîleh û teqemenî ne. Wan ji lîmaneke eskerî ya Ingilîstanê raket anîne û ji Swêdê jî wî sê konteynerên tişe sîlah ji Boforsê bar bikirana. Gemiyê ji vir dê berê xwe bidaya hin dewletên din yên Ewrûpa da ku paşê çûbaya îstiqameta xwe ya li Rojhilata Navîn. Lê nehatiye eşkere kirin bê ev tam kîjan dewlet e.

Piştî rewşa xerab ya karkeran hin lêkolîn hatine kirin, Transportstyrelsen gihaye wê encamê ku ji bilî halê karkeran xeterên ewleyî yên cidî hene û lewra nehiştiye gemî bi rê bikeve. Loma ji 22ê meha yekê ve gemî li lîmana Varberg rawestandiye.

Nûnerê Rêvebiriya giştî ya Veguhaztinê Tomas Åström ji Televîzyona Swêdê re dibêje di vî halî de wan nikarîne destûra bi rê ketina gemiyê bidana û dide zanîn ku dawiya vê heftiyê wê barê gemiyê veguhêzin gemiyeke din û dibe ku piştre êdî bar bi gemiya nû bi rê bikeve. 

Derheqê gemiya rawestandî de gelek pirsên nezelal hene ku heta niha ne polîs, ne şîrketa sîlehan ya swêdî Bofors û ne jî xwedanê şîrketê bersiva wan nexwestine bidin.

Weke nimûne bê ji bo çi gemiya şîrketeke tirik di bin alaya Panama de ye, bê tam çî sîleh tê de ne û istîqameta wê ya dawî kûdere nehatiye eşkerekirin. 

Lê hatiye eşkere kirin ku bar sîleh û teqemenî ne û lewra ji berpirsên lîmanên herêma Hallandê Carl-Henrik Hägg dibêje gemî bi barê xwe ji bo karmendên lîmana Swêdê û bajêr jî talûkeye, bes radigihîne ku mesûliyeta barê gemiyê, bê gereke çi jê were kirin aydê dezgehên dewletê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".