polis foto: SR.
Wêne: Radyoya Swêdê.

Hêzeke taybet li dijî ”Parêzvanên Hevwelatiyan”

Hem ji bo lêkolînê, hem ji bo rêgirtina li ber tawanên nû.
1:04 min

Piştî ku hejmareke zilamên nixumandî xwe dan hev û êrîşî zarokên penaber kirin, polîsên Stockholmê hêzeke taybet li dijî van rêkxistinan niha dadimezirîne.

Ev rêkxistin navê xwe dikin ”Medborgargarden”, wate ”Parêzerên Hevwelatiyan”, û li ser torên medyaya civakî xwe bi rêk dixin ”ji bo ku qanûnan bi destên xwe pêk bînin”, li gor wan. Mebesta wan jî ew e, ku polîs nikarin hevwelatiyan ji zarokên penaber biparêzin, û ji bo wilo niha ew şidetê dikin ji bo ku xwe biparêzin. Ji wan kesan heta niha 14 kes hatine girtin û lêkolîn li dijî wan bi gumana tawanên lêxistina giran û şideta li dijî hevkarê dewletê, hatine destpêkirin.

Fermandar Christer Birgersson dibêje ku ev hêzên taybet dê bêhtir li Stockholmê û derûdorên wê bilivin, li wan deverên ku tê texmînkirin ku ev kes dikarin kiriyarên wisa dubare bikin. Lê herweha lêkolîn li ser bûyerên vê dawiyê jî tên kirin, ji bo ku polîs binirxînin ka ev bûyer tenê carekê qewimî, yan jî ev kiriyar bûye meylek û dikare dubare bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".