Ingrid Forsberg. Radio Sweden på lätt svenska. Radio Sweden. Sveriges Radio.
1 av 2
Ingrid Forsberg. Radio Sweden på lätt svenska. Wêne: Mattias Ahlm/Sveriges Radio
radio sweden på lätt svenska webbsida.
2 av 2
Malpera "Radyoya Swêdê bi swêdiya hesan".

Malpereke bi swêdiya hesan

"Ev malper ji bo kesên nû hatine Swêdê, fêrî swêdî dibin û dixwazin civaka swêdî nas bikin"
1:50 min

Îro Radyoya Swêdê dest bi programeke nû dike, ku nûçeyan bi swêdiyeke hesan pêşkêş dike.

Ev program dê nûçeyên herî girîng ên rojê bi swêdiyeke hesantir ji bo kesên nû hatine Swêdê pêşkêş bike.

Ingrid Forsberg, rojnamegera ku dê van nûçeyan pêşkêş bike, dibêje ku dê ev program beşeke xwe ya taybet li ser malpera Radyoya Swêdê hebe, û herrojê saet 4ê piştî nîvro programeke bi nûçeyên girîng, û bi taybetî ji bo kesên nû hatine Swêdê balkêş, werin pêşkêşkirin:

- Giraniya hilbijartina van nûçeyan dê bêhtir li ser wan pirsan be, ku ji bo kesên nû hatine Swêdê balkêş in. Ji bo wilo, dibe ku ne herdem eynî nûçeyên rojane ên herî mezin li Swêdê bin.

Ingrid Forsberg herweha dibêje ku ji bilî pêşkêşkirina nûçeyan, dê karê wê ew be, ku hindek gotinên zehmet û paşbingeha hindek bûyer û babetan jî zelal bike:

- Heger mirov nû hatibe Swêdê û haya mirovî ji paşbingeha bûyereke taybet tune be, emê paşbingehê jî zelal bikin. Dibe ku ez hindek caran behsa nerîn û hewlêsta partiyan jî bikim.

Radyoya Swêdê bi swêdiya hesan, ku bi swêdî dibe ”Radio Sweden på lätt svenska” dê li ser torên medyaya civakî jî hebe, û mirov dikare li wir pirs û nerînên xwe bîne der. Ji bilî nûçeyên rojê, dê hindek nûçeyên çandî û li ser werzişê jî werin pêşkêşkirin.

Li vir bitikîne ji bo herî malperê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".