Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşniyaza qanûnekê li dijî nefreta li ser înternetê

Hat weşandin onsdag 3 februari 2016 kl 12.19
"Ev lêkolîn ji bo parastina zarok û ciwanan baş e"
1:08 min
Foto: Nora Lorek/TT.
Wêne: Nora Lorek/TT. Wêne: NORA LOREK / TT

Cezayê sûcên nefreta li ser înternetê dikarin werin şidandin.

Îro encama lêkolîneke hikûmetê tê pêşkêşkirin, ji bo ku ev problem baştir were çareserkirin.

Yek ji pêşniyazên vê lêkolînê ew e, ku belavkirina filmên seks yan agahiyên prîvat derbarê nexweşiyan ên ayidî kesên din li ser înternetê bibe tawanbar. Herweha nivîsîn û belavkirina tiştên nefretî li ser înternetê weke tawana nearamkirinê werin cezakirin.

Pêşniyazeke din jî ew e, ku kesên bêbextiyên giran li ser înternetê li dijî wan tê kirin, dê bikaribin bedeleke aborî ji dewletê bistînin.

Gelek kesên ku tûşî nefreta li ser înternetê dibin zarok û ciwan in, û ev pêşniyazên nû bi dilê sekretera giştî ya rêkxistina Parastina Zarokan ”Rädda Barnen”, Elisabeth Dalin in.

Ev lêkolîn niha tê şandin bo parlamêntoyê ji bo gotûbêj li ser were kirin. Heger partiyên siyasî li ser qanûneke nû li hev kir, ew qanûn dikare ji destpêka sala bê ve bê bicîkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".