ta9c50bb sameby. Foto: Emma-Sofia Olsson/TT.
Wêne: Emma-Sofia Olsson/TT. Wêne: Emma-Sofia Olsson/TT

Tenê gundê samî dikarin li çiyayan nêçîrê bikin

Biryar ji aliyê dadgehda destpêkî ya Gällivare ve hat.
1:15 min

Îro biryareke dadgehê hat, ku maf dide gundê samiyan ê Girjas ku ew tenê li herêma xwe li çiyayên bakurê Swêdê ”Fjällen” nêçîrê û masîgirtinê bikin.

Ev biryar ji aliyê dadgeha destpêkî ya Gällivare ve hate standin.

Di 2009an de wî gundî gilî li dijî dewletê kiribû ji ber ku dewletê desthilatdariya gundî li ser nêçîr û masîgirtina li nav çiyayên Fjällenê kêm kir. Qanûnin di 1993an de dest pê kirin ku mafên zêdetir dan xelkê bi giştî, ku piçekî nêçîr û masîgirtinê li Fjällenê bikin.

Li gorî dadgeha destpêkî, ku niha di dadgehê de tam maf daye gundê samiyan, dewlet nikare maf bide tu kesî ku nêçîr û masîgirtinê li ser erdên samiyan bikin. Mafê gundê Girjas heye ku bêyî destûra dewletê biryaran derbarê nêçîr û masîgirtina li ser erdên xwe bide, li gor biryara dadgehê.

Gundê Girjas got ku wan ji demeke gelekî dirêj ve ew erd bi kar aniye, ku gerek mafê biryara bikaranîna wî erdî gerek tenê di destê wan de be. Û dewletê jî got ku gerek mafê dewletê hebe ku biryaran bistînin, ji ber ku erd milkê dewletê ye. Ji ber wilo, tê texmînkirin ku ew biryar were îtirazkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".