Wêne: Hasse Holmberg/TT
1 av 2
Wêne: Hasse Holmberg/TT
Wezîrê bazara fînansê Per Bolund (ji Partiya Jîngehê). Wêne: Vilhelm Stokstad/TT.
2 av 2
Wezîrê bazara fînansê Per Bolund (ji Partiya Jîngehê). Wêne: Vilhelm Stokstad/TT.

Dana teqsîdên krêdiya xaniyan mecbûrî dibe

”Krêdiya xaniyan deyndariyê zêde dike.”
3:08 min

Ji yekê meha 6an û pê de divê kesên ku krêdiya xaniyan distînin ji xeynî faîzê deynên krêdiyê jî bidin ku bi swêdî weke amorteringskrav ango şerta dana teqsîdan tê bi nav kirin.

Hikûmetê biryara şerta dana teqsîdan standiye û bawerî ew e ku tevahiya parlamenê dê piştgiriyê bidiyê.

Heta niha kesên ku krêdiya xaniyan distandin dikarîbûn her heyv tenê faîza krêdiyê bidin û tiştekî ji krêdiyê bi xwe kêm nekin.

Ev demeke dirêj e ku pirsa şerta dana krêdiyê bi xwe di rojeva aborî de diçe û tê. Vêga di dawiya dawîn de hikûmet dixwaze mijarê bigihîne encamekê. Tê texmîn kirin ku biryara şerta dana teqsîdan dê bi piştgiriya partiyên din jî îro piştî nîvro li parlamenê were qebûl kirin.

Ji ber krêdiya xaniyan deyndariya malbatên swêdî zêde dibe. Banka Navendî, Mifetişiya Fînansê û Enstîtuya Konjunkturê berî niha ji bo krîzeke deydariyê û ya bihayê bilind ên xaniyan îqaz şandine û ew diyar dikin ku krîzeke wiha dikare encamên xerab bi xwe re bîne.

Wezîrê bazara fînansê Per Bolund (ji Partiya Jîngehê) dibêje bi vê rêyê hêvî ew e ku ”dana teqsîdên krêdiyan dê dîsa vegere ser rewşeke saxlem”.

Per Bolund dibêje em dibînin ku edeta dana teqsîdên krêdiya xaniyan gelekî zeîf bûye. Komên mezin ên hevwelatiyan krêdiyên ku dana teqsîdan ne mecbûr e standine û vê jî kiriye ku deyndarî zêde bûye. Loma hebûna şerta dana teqsîdan girîng e û divê ji xeynî faîzê dana teqsîdan jî tebiî be.  

Li gor pêşniyazê eger mirov heta bi ji sedî 70yî heqê xênî deyn bike divê mirov salê herî kêm ji sedî 2yê krêdiyê bi xwe bide. Eger di navbera ji sedî 50 û 70yê heqê xênî de krêdî hatibe standin wê demê divê salê herî kêm ji sedî 1ê krêdiyê bi xwe were dan.

Hikûmetê hin rewşên îstisnayê jî pêşniyaz kirine. Per Bolund dibêje bo mînak di rewşên nexweşiyê, cêbûna jin û mêran û bêkariyê de şert dikare bi awayekî şexsî were betal kirin. Şert dê ji bo kirîna xaniyên nû jî ne lê be da ku ber li avakirina xaniyên nû neyê girtin.

Herçiqasî ku hê şerteke dana teqsîdan nebe jî jixwe ji vêga ve gelek bank vê şertê li ser deyndarên xwe dideynin. Ji ber ku li gor bankan jî ev xaleke girîng e.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".