Roger Lundsten/TT
Roger Lundsten/TT

Diziya nasnameyê zehmettir dibe

1:54 min

Daîreya Bacê (Skatteverket) kontrola li ser guhertina adresa malê dijwar dike da ku sextekar bi rêya guhertina adresê bo mînak kartê krêdiyê bi navên sexte nestînin.

Îro eger kesek adresa xwe ya malê li cem Daîreya Bacê biguhere daîre vê kontrol nake ka kesê ku daxwazê dike bi rastî kesê li ser kaxezê ye. Loma sextekarek dikare bi rêya guhertina adresê posteyên kesên din bi dest bixe.

Tê zanîn ku Daîreya Bacê kaxezekî li ser piştrastkirina guhertina adresê dişîne kesê ku daxwaza guhertinê dike. Lê eger ev kes bo mînak li derveyî welêt be û li qûtiya xwe ya posteyê nenêre, dê nizanibe ku ev guhertin hatiye kirin.

Berî çend rojan 2 kes ji ber sextekariyeke bi vî awayî hatine dadgeh kirin. Van herdu kesan bi rêya bidestxistina kartê krêdiyê li Uppsalayê bi zêdeyî sed hezar kronî firax kirîne.

Vêga Daîreya Bacê li rêyeke çareseriyê digere da ku ber li dizîna belgeyên nasnameyî were girtin. Kesên ku dixwazin dikarin îmkana guhertina adresê ya bi rêya şandina kaxezê betal bikin. Wê demê ew dikarin tenê bi rêya e-nasname ango e-legitimationê li ser înternetê adresa xwe biguherin.

Tobias Wijk li Daîreya Bacê kar dike. Ew dibêje helbet eger me berî niha ev îmkan pêk anînbane ev ê avantajeke bane. Lê bi derengî jî be pêkanîna vê îmkanê baş e.

Wijk dibêje ji ber ku hin kes naxwazin rêyên dîjîtal bi kar bînin ew alternatîva guhertina adresê ya bi rêya şandina kaxezê bi temamî betal nakin.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista