Konsolosiya gerok a Tirkî diçe Göteborgê

Sefareta Tirkiyeyê ya li Stockholmê ji bo kesên ku li beşên din ên Swêdê dijîn car caran li bajarên cuda digere. Ev karê sefaretê weke konsolosiya gerok tê bi nav kirin.

Di bin navê xizmeta konsolosiya gerok de dawiya heftiya bê 12 û 13ê meha 2an li Göteborgê karmendên konsolosiyê dê hazir bin. Di van herdu rojan de kesên ku karê wan li konsolosiyê heye bêyî ku werine Stockholmê dê karibin li Göteborgê xizmetê bistînin.

Derxistina pasaport û nasnameya tirkî, miameleyên leşkeriyê, tescîla çêbûna zarokan, zewac û qeydkirina miriyan hin ji karên ku mirov dikare bi rêya konsolosiya gerok bike ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".